Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Divê Îran guh bide daxwaza hemû gelan
- 12:01 5 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk têkildarî geşedanên li Îranê diqewimin daxuayniyeke nivîskî parve kir û got: “Em piştevaniya xwe bi xwişk û birayên xwe yên li Îranê re parve dikin û bang li Hikumeta Îranê dikin ku guh bide daxwaz û bendewariya hemû gelan.”
Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk têkildarî geşedanên li Îranê diqewimin bi serenavê “Divê rejîma Îranê guh bide daxwaza gelan!” daxuyaniyeke bi nivîskî weşand.
Înisiyatîfê bi bîr xist ku bi dehan salan e ku li Rojhilata Navîn berxwedana demokrasî, azadî û aştiyê ya gelan bênavber didome û wiha got: “Komara Îslamî ya Îranê jî yek ji welatekî Rojhilata Navîn e ku di nîv sedsala dawîn de hertim bûye cihê berxwedana gelan. Heta niha hemû daxwaz û pirsgirêkên gel û baweriyan, ji aliyê rejima Îranê ve hatiye paşguhxistin, çalakî û xwenîşandanên demokratîk hatine çewisandin. Lewma bi dehan salan e li ser axa Îranê alozî, pevçûn û şer kêm nebûne. Sedem çi dibe bila bibe, xwenîşandanên ku 9 roj in li tevahiya Îranê û Rojhilatê Kurdistanê didomin, di heman demê de banga demokrasiyê ye û daxwaza azadiyê ye.”
Xwepêşandanên demokratîk û aştiyane li dar dixin
Înisiyatîfê diyar kir ku sîyaset û kiryarên rejima Îranê gelek caran bi bertek û nerazibûna gelan re rû bi rû maye û wiha domand: “Îro jî di serî de li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, li tevahiya Îranê gel ji ber xizaniyê 9 roj in li dijî rejima Tehranê daketine kolanan. Lewra gelên Îranê jî dizanin ku dewlemendiyên welatên wan bi destwerdana kar û barên welatên din, bi piştgiriya komên tundrew, bi propagandayên rejimê û bi xurtkirina polîtîkayên şer tên talankirin. Di encama van polîtîkayan de ji ber xizanî û gendeliyê gelên Îranê li her bajarî xwepêşandanên demokratîk û aştiyane li dar dixin.”
16 kurd hatin qetilkirin
Înîsiyatîfê da zanîn ku tevî daxwazên rewa yên gelan, di encama êrişa rejîma Îranê de bi dehan xwepêşandêr hatin kuştin, ji wan bi sedan kes jî hatin binçavkirin û girtin û got: “Li gorî agahiyên Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, ji 17 sivîlên ku hatine qetilkirin 16 jê welatiyên Kurd in. Ji ber xemsariya rejima Îranê, xwenîşandan li hemû bajaran belav dibin û nerazibûna aboriyê veduguhezin raperîna ji bo azadî û demokrasîye. Lewra gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê jî dizanin ku rejima Îranê heta rêzê li demokrasî û azadiyê negire, rewşa aboriyê jî qet sererast nabe.”
'Hêrs û kerba gelê Kurd e'
Înisiyatîfê anî ziman ku dîroka rejima Komara Îslamî ya Îranê, di heman demê de dîroka çewisandin, xizankirin, bêdengkirin û parçekirina civakê ye û ev tişt gotin: “Heta roja îro jî çavkanî û dewlemendiyên aborî yên Îranê ji bo xespkirina mafên jinan, zext û zordariya li ser bawerî û mezhebên din, li hemberî daxwaza azadiyê ya gelê Kurd weke çek tên bikaranîn. Êdî di serî de gelê rojhilatê Kurdistanê, hemû gelên Îranê li hemberî ev rejîma demode disekinin û bi awayekî xurt nerazibûna xwe nîşan didin. Bi taybetî zext û zordarî, binpêkirina mafên mirovahî li Rojhilatê Kurdistanê, sedema herî mezin a hêrs û kerba gelê Kurd e. Lewra her sal bi sedan Kurd tên darvekirin, di girtîgehan de gelek kes her roj rastî îşkenceyan tên.
Ji ber vê, Kurdên rojhilatê Kurdistanê ji aliyekî ve bi şîara ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji aliyekî din ve bi şîara demokrasî û wekheviyê li kolanan li ber xwe didin.”
'Bang li Hikumeta Îranê dikin'
Înisiyatîfê bang li hemû sazî, dezgeh û partiyên sîyasî ên Kurdan kir ku di navbera xwe de yekrêzî û yekhelwesta xwe xurttir bikin û daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Lewra ji bo serkeftineke kolektîf û parastina destkeftiyan, çeka herî bi bandor bêguman yekîtiya neteweyî ye. Ji ber vê mebestê, em jî piştevaniya xwe bi xwişk û birayên xwe yên li Îranê re parve dikin û bang li Hikumeta Îranê dikin ku guh bide daxwaz û bendewariya hemû gelan.”







