Li Nisêbînê 2 jin hatin qetilkirin
- 09:55 5 Çile 2026
- Rojane
MÊRDÎN - Li Nisêbînê 2 xwişk li mala xwe bi awayekî qetilkirî hatin dîtin.
Duh bi şev li taxa 8’ê Adarê ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di malekê de dengê çekan hate bihîstin. Li ser vê yekê, komên polîs û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di encama lêkolînê de derket holê ku Sumeyye K.A. (41) û Suheyla O. (44) ku xwişkên hev in, bi awayekî qetilkirî hatin dîtin. Piştî lêkolîna cihê bûyerê, cenazeyên xwişkan rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin û hat zanîn ku di kamerayan de tê dîtin ku kesek ji malê derdikeve.







