Banga azadiyê: Sakîne Cansiz

  • 09:09 5 Çile 2026
  • Portre
Semîha Alankuş
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ew ne bi wateya navê xwe yê ferhengê bi wateya navê dîrokê tê gel hev. Ew bi bîra gel, meşa azadiya jinan, li axa welat nexş dibe. Ji ber vê yekê ku bi wateya navê xwe ‘bêdengî’, ‘aramiyê’ dibezîne û vediguhere navê azadî, berxwedan û biryarbûnê. Sakîne dibe Sara. 
 
Di 9’ê Çileyê 2013’an de li erdnîgariya ku dihat îdiakirin ku axa ‘azadî’, ‘mafê mirovan’, ‘demokrasiyê ye’  jinên şoreşger hatin qetilkirin. Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez. 13 sal di ser de derbas bû. Her salê nîşan da ku têkoşîna azadiyê ji bo jinan ferz e.
 
‘Ew’ ne bi wateya navê xwe yê ferhengê bi wateya navê dîrokê tê gel hev. ‘Ew’ bi bîra gel, meşa azadiya jinan, li axa welat nexş dibe. Ji ber vê yekê ye ku wateya navê xwe ‘bêdengî’, ‘aramiyê’ dibezîne û vediguhere navê azadî, berxwedan û biryarbûnê. Sakîne dibe Sara. 
 
Di sala nû de li erdnîgariyek bi berf hat dinê
 
Sakîne Cansiz di 12’ê Sibata 1958’an de li Tahti Halîl a Dêrsîmê hat dinê. Sakîne Cansiz roja hatiye dinê wek şans dibîne û wiha vedibêje: “Dema hatime dinê bavê min li leşkeriyê bûye. Di meha sibatê de tê destûrê min li nifûsê qeyd dike. J iber vê rojbûna min 12’ê Sibatê ye. Di vê mehê de hatina dinê şans e gelo? Ez wisa bawer bikim. Di sala nû de navîna zivistanê de hatina dinê, ligorî min şans e.”
 
Li dijî her cureyê zextan berxwedan
 
Sakîne Cansiz ku li dijî hemû zextên malbatê serî hilda, li fabrîqeyan karker rêxistin kir û bi Apociyan re têkilî danî, di yekemîn kongreya PKK’ê a tevgera azadiyê de cih digire. Tovên ewil ên têkoşîna azadiya jinê di tevgera Apoci de davêje.
 
Bi berxwedana xwe ya li zindanê dibe hêvî
 
Sakîne Cansiz beriya darbeya faşîst a di 1980’ê de, di 1979’an de li Xarpêtê di operasyonek mezin de dîl tê girtin. Tevî îşkenceyên giran teslîm nabe û dibe semola xeta berxwedanê. Jinên zindanê rêxistin dike, perwerde dike û moral dide. Bi hatina Esat Oktay Yildiran a ji bo Amîriya Ewlehiya Hundir e li Girtîgeha Amedê dema tarî destpê dike û Sakîne di vê demê de bi berxewdana xwe ji bo hemû girtî û xizmên girtiyan bi berxwedana xwe dibe ronahiya hêviyê.
 
Ji ku heta ku derê…
 
Di 17’ê Gulana 1979’an de ku dîl hat girtin û heta 26’ê Kanûna 1990’î ku ji zindanê derket bû çavkaniya moral û israra di azadî û berxwedanê de. Derketina xwe ya ji zindanê jî wiha îfade dike: “Dîrok 26’ê Kanûna 1990’î nîşan dide. Di 17’ê Gulana 1979’an de li Xarpêtê hatim girtin û niha ji zindana Çanakkaleyê derdikevim. Ji ku heta ku derê. Rengê behrê pir xweş e! Biriqîna rojê dîmenekî xweş daye behrê. Hewa xweş e. Bi çend dostên ku Besrayê nas dikir re em bi otobusê diçin Stenbolê.”
 
Piştî zindanê ‘pevçûn’ bê navber didome
 
Sakîne Cansiz dest bi xebatên rêxistibûna jinan dike. Rêziknameya Komeleya Jinên Welatparêz (YKD) dinivîse. Di nava damezerînerên komeleyê de cih digire. Damezerîneriya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) dike. Piştgiriyê dide xebatên weşana Kovara Ozgur Halk, rojnameya Ozgur Ulkeyê.  Di 5 mehên li Tirkiyeyê dimîne de tevî zextên dewletê xebatên xwe dimeşîne.
 
Sakîne Cansiz di 1991’ê de berê xwe dide cihekî din û wiha dibêje: “Ji bo min serokatî şoreş bixwe ye, doz û pevçûna min bixwe ye.” Bi van gotinên xwe berê xwe dide Şamê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê bû.
 
Sakîne Cansiz bi van gotinan hestên xwe yên rêwêtiyê vedibêje: “Em dadikevin balafirgeha Şamê. Dilê min davêje. Weke ku heman serokatiyê dibînim, bi kelecanî me.” Li ser daxwaza Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 4 kes bi kulîlkan diçin balafirgeha Şamê û Sakîne Cansiz pêşwazî dikin.
 
‘Tu ji çiyan hez dikî’
 
Sakîne Cansiz ku 6 mehan di akademiya Mahsûm Kokmaz a Bekayê ku Rêberê Gelê Kurd jî lê bû, dimîne, piştre berê xwe dide çiyan. Abdullah Ocalan wiha dibêje: “Hadî Sakîne tu ji çiyan hez dikî. Tu yê bi çiyan re bibî yek. Ez li benda agahiyên serkeftina te me.” Ew jî dibêje ‘Serokê min ez ê te her tim bextewar bikim.’
 
Bangek ji bo pêşerojê
 
Sakîne Cansiz bi jiyan, berxwedan û pevçûna xwe, bû pêşenga îdeolojiya tevgera jinên Kurd, yek ji sembola herî xurt a serdemê, bîra herî mezin a li dijî polîtîkayên serdest ên mêr û bû damezrîner û afrîneriya pêşengiya jinê. Mîrateya hişt jî bû terza jiyanê. Dema got ‘jiyana min her tim pevçûn e’ jî ev wek bangekê ji bo jinan pênase kir.