ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2026'AN
- 09:00 5 Çile 2026
- Rojev
*Sûzan Îşbîlen da zanîn ku di dosyaya Gulîstan Dokû ya 6 sal in winda ye de tu pêşketin tune ye û tê xwestin guman ji ser gumanbar bê kişandin, sedema vê jî ev e ku bavê gumanbar polîsê teqawît e. DÎMEN HEYE
*Ew ne bi wateya navê xwe yê ferhengê bi wateya navê dîrokê tê gel hev. Ew bi bîra gel, meşa azadiya jinan, li axa welat nexş dibe. Ji ber vê yekê ku bi wateya navê xwe ‘bêdengî’, ‘aramiyê’ dibezîne û vediguhere navê azadî, berxwedan û biryarbûnê. Sakîne dibe Sara. PORTRE
*Rojnamegera Katalan Paula Andereu Nadal li her derê cîhanê geriya û çîrokên jinan kom kir. Paula Andreu Nadal ku li 96 welatî geriya wê hîna li 33 welatê din jî bigere. Paula Andreu Nadal got: “Min şahidiya newekheviyan kir. Min tiştên dît xist bin qeydan. Rol û mîsyonek min heye ku tiştên min dîtine bi cîhanê bidim bihîstin. Li her derê cîhanê newekhevî heye lê jin li dijî vê têdikoşin.”DÎMEN HEYE
*Dayika Aştiyê Peyruze Kurt da zanîn ku muxatabê aştiyê Îmralî ye û got: “Em dixwazin naveroka pêvajoyê, aştî çawa dikare pêkan be ji serokatiya xwe guhdar bikin.” DÎMEN HEYE
*Jinan der barê krîza aborî de nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku rewş her diçe xera dibe û gotin: “Mûçeyê asgarî pir komîk e. Divê di gelek qadan de başiyek bê kirin.” DÎMEN HEYE
*Berdevka Komîsyona Têkiliyên Derve ya Lubnanê ya Kongra Star Henan Osman diyar kir ku pêşketina Israîlê ya li Sûriyeyê û mudaxaleyên wan yên li Lubnanê li Rojhilata Navîn rewşên cuda bixwe re tîne û got: “Divê alî li ser bernameyeke berfireh ya ewlehî, siyasî, reform û edaletê lihev bikin.”







