Der barê gumanbarê destdirêjiyê de biryara tahliyeyê

  • 18:07 26 Kanûn 2025
  • Rojane
MUGLA - Di doza gumanbarê ku destdirêjî li zarokekê kiribû dihat darizandin de, ji destdirêjiya zayendî biryara beratê hat dayîn û der barê gumanbar de biryara tahliyeyê hat dayîn.
 
Li navçeya Bodrum a Muglayê di meha îlonê de mêrê bi navê M.D destirêjî li zarokekê kiribû. Piştî zarokê ji malbatê re bûyer vegot M.D hat binçavkirin û girtin. Doza ku gumanbar jê dihat darizandin biryara wê hat dayîn.
 
Heyeta dadgehê ji destdirêjiya zayendî biryara beratê hat dayîn û ji sûcê îstîsmara zayendî 4 sal û 3 meh ceza hat birîn û her wiha dadgehê biryara tahliyeyê da.