Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
- 13:53 26 Kanûn 2025
- Rojane
AMED - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û nûnerên partiyên siyasî, serdana şîna Nîhal Ay kirin.
Ji bo Nîhal Ay (Sîdar Andok) a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Peyas a Amedê li Mala Şînê ya Çermîklîler şîn hat danîn. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û nûnerên partiyên siyasî serdana şînê kirin û sesaxî ji malbatê re xwestin.







