‘Rewşa girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Evînê gelek xirabe’
- 11:32 18 Kanûn 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona Jinan a Encûmena Parastina Neteweyî ya Îranê têkildarî rewşa girtiyên jin ên siyasî yên di Girtîgeha Evîn de raporek belav kir.
Li gor rapora Komîsyona Jinan a Encûmena Parastina Neteweyî ya Îranê, girtiyên jin ên siyasî di rewşek gelek xirab de ne û ji mafên xwe yên herî sereke jî tên bêparhiştin. Hatiye diyarkirin ku berpirsên girtîgehan di derbarê rewşa girtiyan de agahî bi malbatên wan re parve nakin.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku niha, nêzîkî 60 girtiyên siyasî yên jin di jêrzemîna şil û nexweş a Girtîgeha Evînê de dimînin û ji mafên xwe yên herî sereke bêpar tên hiştin. Her wiha hatiye gotin ku tedawîkirina ji aliyê bijîşkên pispor û dermanên pêwîst, her wiha veguhestina wan ji bo nexweşxaneyên derveyî girtîgehê gelek sinordar e. Di raporê de hatiye destnîşankirin ku gelek caran daxwaza tedawiyê ya ji aliyê girtiyan ve tê kirin, tê redkirin.
Di dewama raporê de hatiye diyarkirin ku qawîşên girtiyên siyasî nayên paqijkirin û ji ber zêdebûna cirdon a di nava girtîgehê de metirsiya bi nexweşiyan û belavbûna wan heye. Hatiye diyarkirin tevî vê rewşa heyî jî ti tedbîrek ji bo paqijgirtina qawîşan negirtine.
Di beşek din a raporê de wîha tê gotin: “Deriyên qawîşan demek dirêj girtî dimînin, girtî bi saetan di cihên girtîde dimînin. Ev rewş bandorek xirab li ser tendirustiya girtiyên bi temen û nexweş dike. Rewşa girtiyên ku nexweşiyên kronîk pêrene hîn xirabtir dike. Heta niha berpirsên girtîgehê di derbarê rewşa girtiyan de tu agahiyek bi malbatên wan re parve nekiriye.”







