
Li Îzmîrê Înîsiyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min bi Aştiyê Heye hat damezrandin
- 21:05 28 Tebax 2025
- Rojane
ÎZMÎR – Li Îzmîrê, Înîsiyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min bi Aştiyê Heye hat damezirandin.
Jinan li Îskeleya Alsancak a Îzmîrê kom bûn û damezirandina Înîsiyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min bi Aştiyê Heye îlan kir. Forûma Aştiyê ya Îzmîrê û Înîsiyatîfa Jinan a Pêwistiya Min bi Aştiyê Heye bi minasebeta 1’ê Îlonê daxuyaniyek da û pankarta "Aştî maf e, şer sûc e" vekirin. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îzmîrê Burcugul Çubuk, Dayikên Aştiyê û gelek nûnerên saziyên jinan beşdarî daxuyaniyê bûn. Li ser navê jinan endama Forûma Aştiyê ya Îzmîrê Îpek Sarıca daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser rol û mîsyona jinan û gotin: “Bêtir jin ji pêvçûnan, ji tundiyê, xizaniyê û newekheviyê bi bandor dibe. Aştî ne tenê li ser bêdenkirina çekan e; Bi tecrûbeya edalet, wekhevî û azadiyê pêkan e. Bêyî şert û mercên jiyana bi hev re aştiyeke rasteqîn nayê avakirin . Em daxwaza bi dawîkirina polîtîkayên şer dikin. Em dixwazin operasyonên dersînor bên bidawîkirin. Budçeya ku ji şer re tê dayîn bila bidin qada tenduristî, perwerdê û wekheviyê. Divê zextên li hemberî azadiya raman, rêxistinbûn û çalakiyên aştiyanê bê bidawîkirin. Têkoşîna jinan a ji bo aştiyê divê bê nasîn. Divê tevlîbûna jinan a di mekanîzmayên bîryardayînê de bên mîsogerkirin.”
Piştî daxuyaniyê Dayika Aştiyê Behiye Yalçin axivî û bal kişand têkoşîna hevpar.
Parlamenter Burcugul Çubuk jî behsa polîtîkayên şer û polîtîkayên bêcezahiştinê kir.
Piştî axaftin û daxuyaniyê Înîsiyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min bi Aştiyê ya Îzmîrê damezrandina xwe îlan kir.
Dûre Koma Muzîkê ya Jinan Suzîka stranên xwe bi girseyê re parvekir.