
Şewata li Şirnexê hat vemirandin
- 17:31 3 Tebax 2025
- Ekolojî
ŞIRNEX-Şewata li bajaroka Gundikê Melê destpê kir û li qada Helîza Sewû belav bû hat vemirandin.
Şewata li nêzî Qerekola Cendermeyan a Mîllî ya bajaroka Gundikê Mele ya girêdayê Şirnexê destpê kir û li qada Helîza Sewû belav bû, hat vemirandin. Ekîbên îtfayê ya şaredariya Gundikê Melê û ekîbên îdareya taybet a bajar ji hewa û bejahî mudaxale kirin. Xebatên sarkirinê didomin.