Êzidiyan berê xwe dan çiyayê Şengalê

  • 14:11 3 Tebax 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Şengalê di salvegera Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de, berê xwe da Çiyayê Şengalê û qurbaniyên qirkirinê bi bîr anîn.
 
Îro ji bakur heta başûrê Çiyayê Şengalê, ji civaka Êzidî heya hemû pêkhateyên Şengalê hemû karên xwe yên rojane, karên jiyanî dan sekinandin, fermana 2014’an bi bîr anîn û berxwedana Şengalê silav kirin.
 
Îro saet di 10:00’an de bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê ji Herdanê heya Borik, Guhbel, Duhola, Dîgur, Sinûn û Xanesorê, ji navenda Şengalê heta Girzerik, Tilezêr, Sîba û Medîbanê herkes ji bo 3 deqeyan jiyan dan sekinandin. Şêniyên Şengalê li ber meclîsên gel, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, li ber meclîsên TAJÊ, li ber mal û dikanên xwe tevlî vê çalakiya berfireh bûn.
 
Di çalakiya rêzgirtinê de tiştê herî balkêş û bi wate jî ew bû ku şêniyên Şengalê berê xwe dan Çiyayê Şengalê.