
ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2025'AN
- 09:00 2 Tebax 2025
- Rojev
*Parlamentera DEM Partiyê Ozgul Sakî, der barê komîsyona li meclîsê hatiye avakirin de axivî û got: “Em tevgera jinan şopdarê komîsyonê ne. Di serî de jin hemû aliyên civakê kirdeyên pêvajoyê ne. Divê ewil girtiyên nexweş bên berdan, yên çek berdan tevli siyaseta demokratîk bibin.” DÎMEN HEYE
*Nûran Başaran di 13 salî de bi kesekî ku 13 salan jê mezintir re bi zorê hat zewicandin. Nûran Başara ku tu carê dest ji têkoşîna xwe berneda, 14 sal şûnde dest ji mêrê pê re zewicandî berda û jiyanek nû ava kir. Nûran Başaran wiha vegot: “Ez pirsgirêkên mezin jiyam. Lê min tu car serî netewand.”DÎMEN HEYE
*Ruxmî 11 sal di ser fermana bi serê êzidyan de hat re derbas bûye jî Civaka Êzidî wekî roja ewil vê êşê di dilê xwe de hîs dike. Suad Şengalî jî jineke ji civaka êzidî ku heman êş jiyaye û dibêje “Di nav 4 sal û nîvan de tu heqaret û şewazê tundiyê nema ku em rû bi rû neyên. Ez 15 caran hatim firotin. Bi darê zorê rojî û nimêj li me ferz dikirin, quran bi me didan xwendin. Me derfet nedît ku em birevin, li ber me nobet digirtin. Carna me bi mehan roj nedît. Hêviya min a ku em ê rizgar bibin tune bû.”
*Jinên di atolyeyên ku Meclîsa Jinan a DBP’ê bi sernavê ‘îdeolojiya rizgariya jinê’ hatin gel hev, diyar kirin ku bi van atolyeyan hîn bûne, nasnameya jinê nas kirine û li dijî pirsgirêkan hîn xurt û bi biryar in. Her wiha jinan gotin divê berdewamiya atolyeyan bê. DÎMEN HEYE
*Piştî banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da destpêkirin şûnde xebatên ji aliyê DEM Partiyê ve hatin destpêkirin didomin. Di vê çarçoveyê de li her navçe û taxên Stenbolê jî xebat hat destpêkirin.
*Berdevka TAJÊ Riham Hico da zanîn ku li Şengalê piştî fermanê bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jiyanek nû hatiye avakirin û got: “Jinên Êzidî li Şengalê pêşengiya şoreşê dikin.”