Tecrubeyên heyet û komîsyonan a 2013-2015’an (1)

  • 09:06 21 Tîrmeh 2025
  • Dosya
Heyeta aqilmendan çima bi ser neketin?
 
Melek Avci
 
ENQERE- Heyeta Aqilmendan ya wek lingê civakî yê Pêvajoya Çareseriyê hat avakirin, hêviyên der barê aştiyê bilind kir. Lê heyet çiqas bû hêz. Di pêvajoyê nû de ji bo komîsyona meclîsê ya wê bê avakirin em li tecrubyên pêvajoya çareseriyê binêrin.
 
Hewldanên ji bo pêvajoya çareseriyêya 2013-2015’an di 2012’an de hat rojevê. Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan çû Îmraliyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ziyaret kir. Piştre 28’ê Kanûnê de serokwezîrê demî Tayyîp Erdogan hevdîtin piştrast kir.
 
Piştre parlamenerên Partiya Aştî û Demokrasiyê (DBP) çûn Îmraliyê. 3’yê Çileyê 2013’an de Ahmet Tirk û parlametnera DBP’ê Ayla Akat Ata çûn Îmraliyê. Piştre ji heyeta DBP’ê Pervîn buldan, Sirri Sureya Onder û Altan Tan di 23’yê Sibata 2013’an de çû Îmraliyê. Du salan de heyetên cuda bi giştî 20 hevdîtin pêk anîn. Gava girîng ya pêvajoyê Mutabakata Dolmabahçeyê ya 28’ê Sibata 2015’an de hat kirinê bû. Di ser mutabakatê de 5 meh derbas bû serokomar Tayyîp Erdogan bi gotinên ‘Hikûmetek heye û li aliyê din partiyek siyasî heye. Hûn mutabakata çi diki?’ pêvajo red kir. Bi vî awayî pêvajoya çareseriyê bidawî bû û pevçûn ketin dewrê.
 
Pêvajoya nû ya di 1’ê cotmehê de dest pê kir û gav bi gav pêş ket de wê komîsyonek ku hemû partî tevli dibin wê bê avakirin. Vê hefteyê wê pêşniyarên dawî bên girtin û xebat bên destpêkirin. Komîsyon wê ji 44 encaman pêk bê. Tê hedefkirin ku tecrubeyên berê bên bezandin û komîsyonek bi bandor bê avakirin.
 
Pêvajoya 2013-2015’an de Tirkiye bi pergala parlamenter dihat birêvebirin; îro jî Pergala Hikûmeta Serokomariyê mijara gotinê ye. Ev guherîn , rolek girîng dide ser komîsyona meclîsê ku di avakirina civakî de rolek girîng bilîze.
 
Ceribandina civakî ya ewil: Heyeta Aqilmendan
 
Pêvajoya 2013-2015’an de ji bo lingê civakî û parlamentoyê bê meşandin Heyeta Aqilmendan hat avakirin.
 
Heyeta Aqilmendan, ji bo pêvajoyê ji civakê re vebêje ji 63 kesan hat avakirin. Heyeta ji 63 kesî hat avakirin bi komên 9 kesî li 7 herêman hat tayînkirin. Di heyetê de hunermend, akademîsyen, rojnameger, nûnerên civaka sivîl, karsaz, siyasetmedarên berê û kesên pêşengên civakî hebûn. Murat Belge, Tarhan Erdem, Lale Mansur, Ahmet Taşgetiren, Baskin Oran, Yilmaz Ensaroglu, Orhan Gencebay, Kadir Înanır...
 
Şopandin, rapor û xebatên çapemeniyê
 
Her kom çarçoveya pêvajoyê de li bajarên herêmên xwe geriyan, civînên gel pêk anîn. Navbera Nîsan-Hezîran a 2013’an de di civînên hatin kirin de nêrîn, pêşniyar û rexneyên gel girtin, rapor amade kirin. Encama ji raporê derket ‘gel bi hêvi ye lê di mijara zelaliyê de bi fikar in’ derket holê. Piştre rapor ji Tayyîp Erdogan re hat ragihandin. Heyetê piştî civînan, endamên xwe ji bo derkevin çapemeniyê peywirdar kirin ku pêvajoyê ragîhînin. Heyetê piştre dem bi dem dîsa civîn kir. Lê organek navendî ya van civînan tuneye.
 
Bandora wê çima qels bû
 
Yek ji sedema ku ev heyet ne bi bandor bû ev bû; Nûneriya jinê pir kêm bû. Hem alî  hejmar hem jî alî naverokê de pir qels bû. Di heyeta 63 kesî de 10 jin hebûn.
 
Her wiha têkiliyên heyetê ya bi gel re di asta sembolî de man. Bi taybet neavakirina komîsyonên heqîqetê, hewldanê pêşxistina polîtîka aştiyeke mayînde rizand.
 
Hêza biryargirtinê tunebû
 
Heyeta ji 63 pêk dihat her çiqaş şopdar û pêvajo ji gel re ragihand jî, rapor amade kir jî ji derveyê sînorên desthilatdariyê xebatek xweser nemeşand. Di çarçoveya sînorên hat xêz kirin de tevger û îradeya biryargirtinê gelek qels bû. 
 
Redkirina desthilatdariyê heyet bêdeng kir
 
Hikûmetê pêvajoya çareseriyê qulipand û mutabakata Dolmabahçeyê red kir. Heyeta Aqilmendan, bi aşkera ev mijar red nekir û protesto nekir.
 
Tu daxuyaniyek nehat dayîn.
 
Sibê: Lêkolînkirina Riya Aştiya Civakî û Komîsyona Pêvajoya Çareseriyê.