
Li Ewropayê dê ji bo Ocalan meşa azadiyê bê lidarxistin
- 14:22 21 Tîrmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanên Kurd û enternasyonal ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan li Almanyayê 3 rojan meş li dar bixin.
Ciwanên Kurd û enternasyonalîst, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan amadekariya ‘Meşa Dirêj’ dikin. ‘Meşa Dirêj’ a ku her sal weke kevneşopî tê lidarxistin, îsal wê bi dirûşmeya ‘Meşa Azadî û Demokrasiyê’ were lidarxistin.
Tê payîn ku ji gelek welatên Ewropayê yên mîna Almanya, Fransa, Swîsre, Hollanda û Belçîkayê ciwan tevlî meşa ku wê li eyaleta Bakurê Ren-Vestfalya (NRW) a Almanyayê were lidarxistin, bibin.
Meşvanên azadiyê 9’ê Îlonê wê li bajarê Koln ê Almanyayê kom bibin, 10’ê Îlonê li Kolnê, 11’ê Îlonê li Dusseldorf û 12’ê Îlonê li Dortmundê wê gavên azadiyê bavêjin.
13’ê Îlonê jî wê tevlî Festîvala Çandê ya Kurdistanê ya li Dortmundê bibin.
Tevlîbûna meşê wê bi rêyên peywendiyê yên ji aliyê Komîteya Amadekar ve hatine weşandin, bên kirin.
Komîteya Amadekar a Meşa Dirêj daxuyaniyek nivîskî da, bal kişand ser polîtîkayên mêtingerî û talanê yên sîstema kapîtalîst û ev tişt got: “Sîstema modernîteya kapîtalîst, civakê ber bi hilweşandinê ve dibe. Rêber Apo bi banga 27’ê Sibatê ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ deriyê hêviyê vekir. Rêber Apo ku hebûna Kurdan zindî kir, niha jî ji bo siberoja hemû gelan bangek dîrokî kir. Bê guman, ciwanên ku di hemû serdeman de pêşengî ji civakê re kirin, dîsa wê di guhertin û veguhertina civakî de berpirsyariya xwe pêk bîne.”
Di dewama daxuyaniyê de ev tişt jî hatin diyarkirin: “Krîzên ku ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve hatine çêkirin, her roj mirovahiyê ber bi dawiyê ve dibe. Şerên ku hegemon ji Rojhilata Navîn heya Asyayê, ji Efrîqa heya Başûrê Emerîkayê derdixînin kûr dibin; sîstemê bi mêtingerî û talanê xweza xira kir û bi krîza ekolojîk re her kêlî qiyamet nêz dibe.
Ciwanên ku wê bi dînamîzma xwe siberojê ava bikin jî, li cîhanê weke amûra hilweşandinê tên bikaranîn. Sîstema modernîteya kapîtalîst bi rêbazên şerê taybet û sîstema tekno-faşîzm ciwanan dixapîne.
Lewma divê ciwan jiyana nû ya sosyalîst komunal rêxistin bikin, ji bo avakirina cîhana nû bi rola xwe ya pêşengiyê rabin û wê bi rola xwe rabin jî!
Rêber Apo bi paradîgmaya modernîteya demokratîk û çareseriya civaka demokratîk a li dijî netew-dewletê; ji bo jiyana hevpar a gelan û hevsengiya mirov a bi xwezayê re jinûve çêbibe, nexşerê pêşkêş kiriye.
Bêyî azadiya Rêber Apo ne aştî ne jî demokrasî pêk tê. Lewma em bang li hemû ciwanên li Ewropayê dikin ku beşdarî ‘Meşa Azadî û Demokrasiyê’ bibin ku wê ji bo azadiya Rêbertî were kirin.
Meşa Dirêj 9’ê Îlonê wê li Kolnê destpê bike, weke ciwan em werin ba hev û ber bi azadiyê ve bimeşin. Em cîhana nû bi hev re ava bikin.
Di mirovahiyê de israr, di sosyalîzmê de israr e!”
Bernameya meşe bi vî rengî ye:
09.09.2025- Koln (Kombûn)
10.09.2025- Koln (Roja 1'emîn)
11.09.2025- Dusseldorf (Roja 2'emîn)
12.09.2025- Dortmund (Roja 3'emîn)
13.09.2025- Dortmund (Festîvala Çandê ya Kurdistan)
Peywendî:
Mail: mesadirej2025@proton.me
WhatsApp: +33647925314
Telegram: @mesadirej2025