
‘Em hewl didin gencîneya di bin erdê de derxînin holê’
- 12:37 21 Tîrmeh 2025
- Rojane
Rojda Aydin
DÊRSIM – Hevseroka Şaxa DAD’ê ya Semsûrê Melek Rûşen ku tevlî “Komxebata Dayikan” a du roj berdewam kir bûbû, destnîşan kir ku jin di baweriya Elewiyan de di dîrokê de rastî zordariyê hatine û got: “Ev komxebat hewldanek e ji bo derxistina rastiyekê di bin erdê de veşartî ye.”
Meclisa Jinan a Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD), bi dirûşmeya “Rêya Heqîqetê Dayik e” di 19 û 20’ê Tirmehê de “Komxebeta Dayikan” li dar xist. Di komxebatê de rola civakî ya jinên Elewî, bandorên polîtîkayên asîmîlasyonê û nirxandinên pêvajoya aştiyê hatin destnîşankirin.
Hevseroka Şaxa Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) a Semsûrê Melek Rûşen ku beşdarî komxebatê bû, li ser armanca komxebatê ji ajansa me re axivî û tekez kir ku ev xebat hewldanek e ji bo “derxistina rastiyek di bin erdê de veşartî” û bal kişand ser tepeserkirina dîrokî ya jinan di nav baweriya Elewiyan de.
‘Derketina holê ya gencîneyeke veşartî’
Melek Rûşen komxebat wekî “derketina holê ya gencîneyek veşartî piştî pêvajoyeke 100 salî” bi nav kir û tekez kir ku ev pêvajo ji bo dîtina cihê jinan di baweriya Elewiyan de pêşengî dike. Melek Rûşen, wiha got: “Me dest bi eşkerekirina ka jinên me di nav sîstema wêrankirinê de çawa hatine tunekirin kir. Ji ber vê yekê em derketin vê rêyê.”
Bandorên bişaftinê
Melek Rûşen, bal kişand ser polîtîkayên bişanftinê yên ku di demên berê de li ser civaka Elewî hatine meşandin û got ku veguhestina baweriyê ji nifşekî bo nifşekî din ji ber tirsa ku ji ber vê yekê çêbûye qut bûye. Melek Rûşen, wiha domand: “Komkujî û qirkirin bi salan berdewam kirin û li pişt vê yekê, Elewîyan di hundurê xwe de, bi wê psîkolojiya tirsê dest bi jiyanê kirin. Ji ber ku ew vê baweriyê bi dizî dijiyan, ji ber psîkolojiya tirsê ew nekarîn vê çandê fêrê zarokên xwe bikin. Em ji ber ka jinên me di nav sîstema wêrankirinê de çawa hatine tunekirin kir, ketin rê.”
‘Jin paşve hatin hiştin’
Melek Rûşen, bi bîr xist ku çanda Cem di Elewîtiyê de li ser prensîba razîbûnê hatiye avakirin û wiha anî ziman: “Pîr, Murşîd, Reyber û Ana hene. Ew jin jî dikare postê de rûnê. Lê îro em dibînin ku di nav sîstema ocaxê de, dayik di rêza duyemîn, heta sêyemîn de tê girtin. Ji ber vê yekê me pêwîstî dît ku vê komxebatê li dar bixin.”
Di komxebatê de cihê jinê ya di civakê de
Melek Rûşen, diyar kir ku roja yekem a komxebatê ji bo nîqaşkirina rolên dîrokî yên jinan di Cem û civakê de hatiye veqetandin û wiha pê de çû: “Li ser sedem, erênî û neyînîyên windabûna jinan di civakê de nirxandinên berfireh hatine kirin. Behsa yekparçeyiya civaka Elewî di nav civaka demokratîk de hat kirin. Li ser Cem Civatê de rol û sembola jinan a di Elewîtiyê de hat axaftin.”
‘Di bin zextan de baweriya jinan hatiye şikestin’
Melek Rûşen, got balkêş e ku dayikan hest û ramanên xwe di komxebatê de bi dengekî bilind anîn ziman, çavdêriyên xwe wiha parve kir û got: “Îro min kelecana di hundirê dayikan de û bêdengiya ku wan veşartine dît. Lê min fêm kir ku gelek jin di bin zexta zîhniyeta mêr û avahiya baviksalar de hatine tepeserkirin û baweriya wan a bi xwe hatiye şikestin. Ev yek min gelek xemgîn kir.”
‘Jin di Elewîtiyê de wekhev in, lê îro ew tên tepeserkirin’
Melek Rûşen,destnîşan kir ku “jin di Elewîtiyê de wekhev in” û diyar kir ku jinên di civakên muhafezekar de û jinên Elewî di bin zextên wekhev de ne. Melek Rûşen, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di çavdêriyên xwe yên dawî de, min zelaltir dît ku jinên ji çanda ocaxê çiqas hatine tepeserkirin û tunekirin. Ji bo derbaskirina vê zilmê, divê pêşî mêr bên perwerdekirin û têgehên azadiyê bi awayekî rast bên ravekirin. Îro min fêm kir ku Elewîtî çiqas paşve çûye, çiqas di bin rizandinekê de ye. Ji bo me deriyê rastiyê deriyê jidayikbûnê ye.”
‘Jin ronahiya civakê ne’
Melek Rûşen, got ku “Jin û dayik civakê ronî dikin” û xwezaya piralî ya jinan şiband axê. Melek Rûşen, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin hem hilberîn e û hem jî mezin dike. Tu tov diçînî nav axê û ew fêkî dide. Jin civakê diafirîne. Ji bo ku ev ronahî netemire, divê nirx li ser bingehek rast werin ravekirin.”
‘Me erd kola lê em hîn nikarin gencîneyê derxînin holê’
Melek Rûşen, da xuyakirin ku wan bi vê komxebatê re yekem tişt li dar xistine û destnîşan kir ku di dayikan de hêvî çêbûye û têkoşîn dê berdewam bike. Melek Rûşen, wiha got: “Ev tenê kolandina erdê ye. Me hîn gencîne dernexistiye. Gelek nirx hatine wêrankirin û me hîn jî van nirxan bi tevahî di eslê xwe de eşkere nekirine. Lê dîsa jî baweriyek di hundirê te de paqij dimîne. Divê em bikevin nav civakê, derî bi derî bigerin û rave bikin. Em ê rastiyê bi dayikan re bibînin.”
‘Aştî ronahîkirina civakê ye’
Melek Rûşen jî nêrînên xwe yên li ser pêvajoya aştiyê ya ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin parve kir û bal kişand ser girîngiya vê pêvajoyê ji bo jinan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Aştî tê wateya rakirina zextên li ser civakan û ronakkirina civakê. Pêvajoyeke aştiyê tê wateya ku civak tên ronîkirin û zextên cidî yên siyasî, civakî, polîtîk û aborî yên li ser wan civakan tên rakirin. Di civakeke hişyar de jin jî xwe dibîne. Lêbelê, aştî nikare yekalî be; divê her du alî jî gavên hevbeş bavêjin. Pêvajoyek pêwîst e ku tevahiya civakê di nav xwe de bigire. Niha, ne tenê çek, lê hemû çek divê werin helandin û bibin tembûr. Ez bawer dikim ku divê ew veguhere hunerê. Jinên me wê bibin ronahiya vê pêvajoyê.”