
Li Çewlîgê saleke nûneriya jinan
- 09:04 8 Hezîran 2025
- Rojane
Şehrîban Aslan
AMED-Li Çewlîgê ku bi muhafazakariya xwe dihat zanîn, Suna Sari yekemîn jina ji bo Meclîsa Giştî ya Bajar hat hilbijartinê. Suna Sari da zanîn ku li her cihê ku jin heye edalet û merhemet heye û riya nûneriya jinan a di siyasetê de vekir.
Li Çewlîkê ku bi muhafazakariya xwe tê zanîn Suna Sari îmze avêt serkeftinek yekemîn. Suna Sari ku ewil esnafî dikir û 23 salanli derxaneyên perwerde de. Her wiha bi salane bi awayekî aktîf bi siyasetê re eleqeer dibe. Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adaa 2024’an de ji lîsteya DEM Partiyê bû bernamzeta endamtiya meclîsê. Suna Sari hat hilbijartin û bû yekem jinan ku di şaredariyê de hat ser pewyirê.
Li Çewlîgê yekem car jinek bû endama meclîsa giştî
Sura Sar got li Çewlîgê esnafiyê dike û 23 salan li dersxaneyan perwerde daye û got: “Heman demê de bi siyasetê re eleqeder dibûm. Di hilbijartinên 31’ê Adarê de ji DEM Partiyê ji bo meclîsa giştî bûm namzet.Li meclîsê yekemîn car jinek hat hilbijartin. Ez pir kêfxweşim. Bi pratîka xebata xwe ya salekê ez ketim hilbijarinên Yekitiya Xizmetên gund. Min ji keyayan ji sedî 70 deng girt û ketim wê meclîsê jî. Ez kêfxweş bûm. Ev encama xebata me ya adîlane û zelal e.”
‘Em dixwazin vê zîhniyetê bikşînin’
Sura Sari balkişand ser muhafazakariya li Çewlîkê û wiha daxuyand: “Ji bilî min 5 hevalên din yên jin jî di meclîsa şardariyê de cih digire. Em wek jin hewl didin zîhiniyeta serdest ya mêr bişkînin. Em dixwazin jin bibin kirde. Li Çewlîkê partiya herî zêde jin têde cih digirin DEM partiye. Xebatên me cuda dîtin. Ji vir şûnde wê hejmara me zêde bibe.”
‘Tiştên ku mêr nabînin jin dibînin’
Suna Sari got ji malbat û derdora wê astengî çênebûy elê jig elek cîhan ji bo wê gotinên wekê ‘jin ji meclîsa giştî çi fêm dike’, ‘tu nikarî bikî, qe nebe biçe şaredariyê’ hatine gotin. Suna Sari wiha dirêjî dayê: “Lê van gotinan ez neçewisandim. Min şûnde gav navêt. Ez bi biryar bûm. Bşe ku ez çûme. Tu karê ku jin nikare be bike tuneye. Tiştên ku jin mêr nabînin jin dibînin. Min bertekên gelek xweş û erênî girtin. Hemû keya li min geriyan û pîrozkirin. Tiştên me kirin li Çewlîkê deng dan.”
‘Divê jin di her qada jiyanê de bibin kirde’
Suna Sari wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez naxwazim jin hepsê malê bibin. Hevalên me yên xwedî tecrubeyên mezin hene. Divê jin di her qada jiyanê de bibin kirde û di siyasetê de jî aktîf bin.”