Li Şirnex, Stenbol û Antalyayê şewata daristanan

  • 16:51 3 Tîrmeh 2025
  • Ekolojî
NAVENDA NÛÇEYAN- Li çiyayê Cûdî yê Şirnexê, li Sûltangazî ya Stenbolê û Mûratpaşa ya Antalyayê agir bi qadê ket.
 
Sedema şewata li Çiyayê Cûdî hîn nayê zanîn. Dûyê ku bi ser çiyê ket, ji navenda bajêr tê dîtin. Ji bo vemirandina şewata li Çiyayê Cûdî ti hewldan nehatiye kirin.
 
Li navçeya Sûltangazî ya Stenbolê jî şewata li Daristana Bajêr ji aliyê welatiyan ve hate ragihandin. Li ser vê yekê gelek tîmên arkujiyê berê xwe dan qadê. Agirê piştî hewldanan hat vemirandin.
 
Li nvaçeya Mûratpaşa ya Antalyayê li taxa Larayê şewatê rû da. Sedema şewata li qada daristanî hîn nayê zanîn. Arkuj hewl didin ji hewa û bejahî ve şewatê vemirînin.