Ji bo têkoşerên azadiyê dê sibehê bibîranîn bê lidarxistin
- 14:24 8 Îlon 2026
- Rojane
QERS - Sibehê li Qersê ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane merasîmek bîranînê tê lidarxistin.
Sibehê li avahiya bajêr a Qersê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo kesên ku di demên cuda û li deverên cuda de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane merasîmek bîranînê tê lidarxistin. Bîranîn, ku ji hêla MEBYA-DER'ê ve tê organîzekirin, dê sibehê saet di 9:00'an de dest pê bike.
Bîranîn dê sê rojan bidome.







