Li Colemêrgê bibîranîna pakrewanan

  • 12:52 8 Îlon 2026
  • Rojane
COLEMÊRG - Bîranîna endamên Tevgera Azadiya Kurdistanê li Colemêrgê dest pê kir.
 
Bi pêşengiya Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alikariya ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEYAB-DER) ya Colemêrgê bîranîn ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê yên ku di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane tê lidarxistin. Bîranîn li Eywana Dogû Plasê ya li taxa Baglarê ya li navenda Colemêrgê tê lidarxistin û wê sê rojan bidome. Bîranîn bi beşdarbûna Dayikên Aştiyê, Parlementerên DEM Partiyê yên Colemêrgê, Platforma Saziyên Demokratîk û bi tevlibûna bi sedan welatiyan dest pê kir. Eywana bîranînê bi wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdan û bi pankartên “Şehîd Rêberên Têkoşîna Me Ne” hate xemilandin.
 
Di destpêka bîranînê de ji bo şehîdan deqeyek rêz hate girtin, dirûşmeyên “Şehîd Namirin” hate berz kirin û dia hatin xwendin.