Ji bo bîranîna Gulistan û Hêro panel
- 12:20 22 Tebax 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya duyemîn salvegera qetilkirina Gulistan Tara û Hêro Behadîn, panelek bi sernavê "Parastina jinên rojnamevan û bihêzkirina hevdengiya navberan wan" hat lidarxistin.
Li navenda Rêxistina Azadbûn ya li bajarê Silêmaniyê, bi boneya 2’yemîn salvegera şehîdbûna her du jinên rojnamevanên çapemeniya azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn, panelek bi sernavê "Parastina jinên rojnamevan û bihêzkirina hevdengiya navberan wan" hat lidarxistin.
Panel bi amadebûna hejmareke zêde ya jinên rojnamevan, malbata Hêro Behadîn û heval û rêhevalên her du rojnamevanan destpê kir.
Di panelê de parêzer Peyman Îzedîn, rojnamevan û mamosteya zanîngehê Sara Qadir û rojnamevan Sinûr Rehman bi gotarên cuda balkişandin li ser rola jinên rojnamevan a di dezgehên ragihandinê yên Başûrê Kurdistanê de, her wiha pirsgirêk, astengî û çareseriyên ji aliyê yasayî ve.







