Li cihê bîranîna cangoriyan posterê Abdullah Ocalan hat daliqandin

  • 11:06 22 Tebax 2026
  • Rojane
AMED - Li konê şînê ango bîranîna cangoriyên Tevgera Azadiya Kurdistanê ku li Parka Koşuyoluyê hatiye danîn, posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate daliqandin.
 
Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) a Amedê de ji bo endamên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ku di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li Parka Koşuyoluyê ya Amedê ji bo sê rojan konê şînê ango konê bîranînê duh hate danîn. 
 
Bernameya bîranînê di roja duyemîn de didome. 
 
Ciwanan li konê bîranînê posterê mezin ê Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daliqandin.