ROJEVA 25'Ê GULANA 2026'AN
- 09:00 25 Gulan 2026
- Rojane
*Dengbêj Hanim Sezan balkişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê û da zanîn ku divê zarok bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin û got: “Kurdî nasnameya me ye. Divê zarokên me bi ziman û çanda xwe mezin bibin.” DÎMEN HEYE
*Di Komxebata ‘Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re’ bandora erdhej, pevçûn, bêewlehiyê ya li ser zarokan hat nîqaşkirin. Psîkolog Ferzîn Reyhan Îpekyuz Borazan da zanîn ku ji bo mafê zarokan divê piştevaniya herêmî bê mezinkirin û xeteke têkoşînê ya hewcedariyên zarokan esas digire bê avakirin.DÎMEN HEYE
*Aktîvîsta TJA’yê Harîka Peker pêvajo nirxand û got ji bo serkeftina pêvajoyê divê azadiya Abdullah Ocalan pêk bê, statuya qanûnî bê nasîn. Harîka Peker got jinên cîhanê dixwazin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û divê deriyê Îmraliyê vebin.DÎMEN HEYE
*Di lêpirsîna Gulistan Doku de îfadeyên dayika Zaînal Abakarov Cemîle Yucer, bi qeydên HTS’ê re dikeve nakokiyan û peyamên ku Gulistanê şandine jî bêyî ku bixwîne jê birine.







