Ji bo mafê zarokan banga piştevaniya herêmî
- 09:04 25 Gulan 2026
- Zarok
Pelşîn Çetînakaya
AMED - Di Komxebata ‘Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re’ bandora erdhej, pevçûn, bêewlehiyê ya li ser zarokan hat nîqaşkirin. Psîkolog Ferzîn Reyhan Îpekyuz Borazan da zanîn ku ji bo mafê zarokan divê piştevaniya herêmî bê mezinkirin û xeteke têkoşînê ya hewcedariyên zarokan esas digire bê avakirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Komeleya Ewil Zarok li Amedê di 17-18’yê Gulanê de ‘Komxebata bi zarokan re ji nû ve avakirina bajar’ pêk anîn. Komxbata ku du rojan bi organîzasyona Midûriyeta Şaxa Zarokan a di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî de pêk hat, sernavên wekî mafên zarokan, polîtîkayên bajar, xizanî, newekhevî û berprisyariya cemawerî hatin destgirtin. Der barê dîtina zarokan a li bajar, xwegîhandina qadên bi ewle, mafên çandî û tevlibûna pêvajoyên biryargirtinê de nirxandin hatin kirin.
Ferzîn Reyhan Îpekyuz Borazan ku tevli komxebatê bû, der barê nîqaşên di komxebatê de hatine meşandin, encamên derketine holê de axivî.
Mafê zarokên di bin siya pevçûn û erdhejan de hat nîqaşkirin
Ferzîn Reyhan Îpekyuz Borazan got ji Colemêrgê heta Mêrdînê kes tevli komxebatê bûne û bandora pêvajoyên erdhej û pevçûnan yên li ser zarokan hatine nirxandin. Ferzîn Reyhan Îpekyuz Borazan wiha got: “Piştî erdheja 6’ê Sibatê şûnde, di raporên li qadê hatin amadekirin de hat dîtin ku piştgiriya psîkosyal ya ji bo zarokan û hewcedariyên zarokan têr nînin. Ji bo piştevanî û xurtkirina zarokan me ev komxebat meşand. Di serî de ji Colemêrg, Wan, Mûş, Mêrdîn, Şirnex, Agirî, Êlihê û Amedê ji gelek bajaran rêxistinên civaka sivîl û zarokan hatin gel hev. Armanca komxebatê ev bû ku di mijara mafê zarokan de zimanekî hevpar bê avakirin û ji bo zarokan bajarên ji bo zarokan bên avakirin.”
Ferzîn Reyhan Îpekyuz Borazan da zanîn ew di komxebatê de li ser pirsên ‘hewcedariyên zarokên çin e?’, her wiha gotina ‘Em dikarin bajaran ji bo zarokan ava bikin?’ sekinîne.
Bi zarokan re bajar avakirin
Ferzîn Reyhan Îpekyuz Borazan di berdewamiyê de anî ziman ku di encama xebatên hatine kirin de hewcedariyên zarokan li ber çavan hatiye girtin û wiha dirêjî dayê: “Piştî erdhejê di raporên me amade kirin de me dîtin ku piranî hewcedariyên zarokan li ber çavan nayê girtin. Mîna li Amedê hewz ji bo zarokan luks tê nirxandin. Di mehên havînê de hewz ji bo zarokan hewcedarî ye. Divê em bajar li gorî zarokan ava bikin. Me di komxebatê de mafê zarokan hewcedariyên wan girtin dest. Me hewcedariyên wan nirxandin, nîqaş kirin. Di çarçoveya bernameyê de me sernavên wek ‘bajarên demokratîk bi zarokan re avakirin’, ‘li mafê zarokan nêrîn’ û her wekî din nirxandin.”
Ji bo mafê zarokan têkoşîna hevpar
Ferzîn Reyhan Îpekyuz Borazan daxuyakirin ku komxebata pêk hatiye ne tenê zemîneke nîqaşê ya rojekê ye û wiha dawî lê anî: “Hedefên me ev e ku encamên derketine holê bibin rapor û pêk bên, veguherin polîtîkayan. Komexebat li Amedê pêk hat lê armanca me ev e ku li herêmê ev bikevin jiyanê. Armanca me ev e ku ji bo mafên zarokan têkoşînek hevpar bê meşandin.”







