Azadiya Welat bi manşeta ‘Niyeta dewletê çi ye?’ derket
- 09:48 25 Gulan 2026
- Rojane
AMED - Hejmara 20emîn a Rojnameya Azadiya Welat bi maşeta “Armanca dewletê çi ye?’ derket.
Rojnameya Azadiya Welat vê hefteyê di hejmara xwe ya 20emîn de bal kişand ser armanca dewletê ya li dijî çareseriya pirsgirêka kurd û nêzîkatiya Dewlet Bahçelî li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Rojnameyê di manşetêde gotara Nivîskar Felemez Ulug û Nivîskar H. Halît Alaçati derxist pêş. Dîsa Hevpeyvîna Kirmanckî ya bi Parêzer Cemîle Turhalli re der barê helwesta hikûmetê ya li dijî pêvajoyê derxist pêş. Rojnameyê vê hefteyê gotarên nivîskar Serhildan Andan a bi sernavê “Ziwanê Kurdkî û medyaya dîjîtale”, a nivîskar Şadiye Manap a bi sernavê “Astengiyên pêvajoyê”, a nivîskar Gelawêj Ewrîn a bi sernavê “Li bin siya sêdarê Jin Jiyan Azadî”, a nivîskar Xelîl Xemgîn a bi sernavê “Siyaset û huner”, nivîsa Dildarê Amedê ya bi sernavê “Rasto bi rastiyê re” di rûpela pêşîn de derxistin pêş.







