Hatîce Onaran: Sûcê me piştevaniya mirovahiyê ye

  • 09:08 28 Sibat 2026
  • Rojane
Melîke Aydin
 
STENBOL - Parêzvana mafan Hatîce Onaran ku piştî taloqkirina cezayê xwe hat tahliyekirin wiha got: “Sûcê me piştevaniya mirovahiyê ye. Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Binpêkirinên mafan aşkera tên kirin. Divê dewlet berpirsyariyê bigire, mafê aştî û hêviyê pêk bîne.”
 
Yek ji rêvebera Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) parêzvana mafan Hatîce Onaran ku 16 mehan girtî ma di 15’ê Sibatê de înfaza wê 6 meh hat taloqkirin û hat tahliyekirin. Hatîce Onaran ku 4 sal û 2 meh ceza lê hat birîn di cotmeha 2024’an de birin girtîgeha jinan a Gebzeyê û di dema kontrolên tenduristiyê de di cotmeha 2025’an de pençeşêra kolonê hat tespîtkirin.
 
Hatîce Onaran ku ji girtîgehê hat tahliyekirin da zanîn ku divê tu kes li dijî zextên li girtîgehan bêdeng nemînin, girtiyan tenê nehêlin û wiha got: “Divê aştî pêk bê. Divê dewlet gavê bavêje,di qanûna înfaz, mafê hêviyê û girtiyan de guherînan bikin.”
 
‘Pereyê dihat girtîgehê diçû fatureya av û ceryanê’
 
Hatîce Onaran anî ziman ku ji muxalefetiya Qanûna Pêşîgirtina Fînansmana Terorîzmê ya Hejmar 6415 hatiye girtin û got: “Hinceta girtina min ev bû ku min pere ji hevjînê xwe û girtiyên din re şandine. Sedema şandina min a pere ev bû di serê salên 2000’î de ji bo kesên girtî ferzkirina dayîna pereyê ceyranê hatibû. Saziya ez lê bûm, serlêdan lê dihatinkirin. Hemû serlêdan jiî ji ber pirsgirêkên aborî bûn. Malbat ji girtiyan dur bûn. Pir caran ji ber aboriyê nikarîbûn hewcedariyên girtiyan bînin cih. Min jî wek parêzvana mafê mirovan ji bo piştgiriyê pere raza.”
 
‘Sûcê me piştevaniya mirovahiye’
 
Hatîce Onaran got xizmên girtiyan jî wek teroîst nîşan didin û wiha pê de çû: “Min di parastina xwe de jî got, em bêjin ku ez terorê fînanse dikim, ez pere dişînim ku derê? Ez dişînim ji îdareya girtîgehê re. Îdare vî pereyî çi dike? Girtî hewcedariyên xwe dîsa ji kantîna girtîghê dikin. Ma divê ev bê îspatkirin? Kesê min pere jê re şand pere çi kir? Bombe girt? Molotof girt? Teror çiye? Sûcê me piştevaniya mirovahiye. Ez vê tu car qebûl nakim.”
 
‘Girtî nikarin derman bibin’
 
Hatîce Onaran bi lêv kir ku 30 sal e rastiya girtîgehan dizane û ev nirxandin kir: “Li girtîgehan binpêkirinên mafan yên giran tên jiyîn. Girtî nikarin xwe bigihînin mafê xizmeta tenduristiyê. Nikarin derman bibin. Dema ku gotin em te dibin nexweşxaneyê, min e dermankirin, çûyîna nexweşxaneyê hat bîra min. Bi kelepçeyê dermankirinê ferz dikin.  Doktor tiştekî nabêjin. Ez çûm nexweşxaneya bajar. 8 salan di rîngê de hatim sekinandin.”
 
‘Binpêkirinên mafan aşkera bûne’
 
Hatîce Onaran di dawiya axaftina xwe de wih agot: “Li girtîgehan her tişt aşkera bûye. Binpêkirina mafan nayê veşartin. Ji dewleta normê dur ketine. Zext jî îşkence jî aşkera tê kirin.Mafê girtiyan tê binpêkirin, sînorkirin. Ji mafê jiyanê het adermrankirinê ji xwedîbûnê heta ragîhandinê maf tên tunekirin. Armanca wan ev e ku diyalogê bibirin û tenê bihêlin. Divê dewlet demildest gavê bavêje û aştiyeke mayînde pêk bê. Divê di qanûna înfaz, mafê hêviyê û girtiyan de guherîn vên kirin.  Divê civak li dijî girtîgehan bê bêdeng nemînin. Em  divê di piştevaniyê de bin.”