Bi 8’ê Adarê re ber bi Civaka Azad û Demokratîk (9)
- 09:10 28 Sibat 2026
- Dosya
Li Tirkiyeyê destkeftî di hedefê ne de, jin di berxwedanê de ne
Semra Turan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê destkeftiyên jinan bi sed salan e bi destê dewlet-mêr di bin êrîşan de ne. Jin bexwedana li dijî hemû êrîşan dimeşînin dibin 8’ê Adaran û daxwazên civakeka wekhev, azad û demokratîk bilind dikin.
Starta amadekariyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hat dayîn û peyama mezinkirina berxwedanê ya li dijî êrîş û binpêkirina mafan dan. Êrîşên li ser jinan li her çar alî cîhanê di encama zîhniyeta serdest ya mêr de pir alî tê meşandin û tiştên li Tirkiyeyê tên jiyîn jî ji yên Tirkiyeyê serbixwe nînin.
Di vê beşa dosya xwe de me hedefgirtina destkeftiyên jinan yên Tirkiyeyê û berxwedana li dijî vê hatiye dayîn berhev kir.
'Sala malbatê'
Li Tirkiyeyê seranserê salê jin bi tundiya mêr-dewletê re hatin rû hev, qetilkirinên jinan daneyên şer bezandin û destkeftiyên jinan bûn hedefa desthilatdariyê. Desthilatdariyê polîtîkayên ku pêşî li êrîşan digire pêş nexist û ji bo jinê hepsê malê bike ‘2025 sala malbatê’ îlan kir.
Di çarçoveya ‘Sala malbatê’ ya Serokkomar Tayyîp Erdogan îlan kir de, xebatên wekê zêdekirina welidînê, teşwîqakirina zewacê, xutrkirina malbatê hat meşandin. Bi 'Sala malbatê’ re êrîşên li ser jinan zêde bûn. Jinan seranserê salê li dijî van pêkanînan çalakî pêk anîn û diyar kirin ku ew serî natewînin û salên pêş sala berxwedanê îlan kirin.
Butçeya malbatê
Di butçeya sala 2026’an de jî ligel tengezarkirina jinan di nava malbatê de, ji bo jinê tu butçe nehat veqetandin. Ji bo jinan butçe tenê di malbatê de hat veqetandin.
Ji bo ‘Xurtkirin û parastina malbatê’ 21 mîlyar 804 mîlyon û 400 hezar lîra bû lê ji bo xurtkirina jinê 7 mîlyar û 997 mîlyon û 891 hezar lîra hat veqetandin. Ji bo her jinekê 186.8 TL ket. Rojane jî 51 kuruş bû.
Qanûn di hedefê de ne
Desthilatdariyê ku seranserê desthilatdariya xwe de bi polîtîkayên afiran jin hedef girt îsal jî li hembre destkeftiyan êrîş meşandin. Qanûna 6284 ku jin diparast, mafê nefeqeyê, qanûna medenî hedef girt û xwest bi pakêtên darazê rabikin.
Bi 11’emîn pakêta darazê ya di 2025’an de ji meclîsê hat derbaskirin, bi hezaran gumanbarên tundiyê hatin tahliyekirin û gumanbarên tahliye bûn ewil jin qetil kirin.
Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞÎK) daxuyandku bi 12’yemîn pakêta darazê destkeftiyên jinan hedef tên girtin û got mafê nefeqeyê û Qanûna Medenî di bin tehdîdê de ye.
Qanûna Medenî
Qanûna Medenî ya di 1926’an de hat qebûlkirin piştî 100 salî şûnde ji aliyê destilatdariyê ve hedef hat giritn û hat xwestin bê rakirin. Qanûnê mafên medenî û mafên destberdan, zewac, welayet, nefeqeyê ya jinan xist bin ewlehiyê.
Mafê nefeqeyê
Mafê nefeqeya xizaniyê ya ku piştî destberdanê ji bo jin nekevin xizaniyê hatiye dayîn demek dirêje di hedefa desthilatdariyê de ye. Tê xwestin ku vî mafî ji bo jinan rabikin û ewlehiya jinan ji holê rabike.
Qetilkirina jinan
Qetilkirinên jinan yên di bin siya van polîtîkayan de, polîtîkaya qirkirina jinê jî danî holê. Li gorî çeteleya tundiyê ya ajansa me kom kiriye di 2025’an de herî kêm 297 jin hatine qetilkirin; 191 jin bi guman jiyana xwe ji dest dane. Her wiha piranî jin ji aliyê mêrên herî nêzî xwe ve hatin qetilkirin.
Bandora pêvajoya civaka demokratîk
Di bin siya van êrîş û binpêkirina mafan de, yek ji geşedana herî girîng ya hat jiyîn banga Aştî û Civaka Demokratîk ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de kiriye bû.
Jinan bi bangê re ji bo welatekî bê şer û tundî seranserê salê li qadan bûn. Ji bo aştî û civaka demokratîk daxwazên xwe anîn ziman, peyama wê aştî daweî li her cureyê tundiyê bîne dan.
Abdullah Ocalan jî di daxuyaniyên xwe de da zanîn ku jin pêşengên ‘Aştî û civaka demokratîkin’ û divê zêdetir berpirsyariyê bigirin.
Li Tirkiyeê seranserê salê jinan qad terk nekirin û berxwedan mezin kirin, daxwaza aştî û civaka demokratîk bilind kirin.







