Li Şengalê çalakiyên ji bo piştgiriya Rojava didomin
- 00:53 23 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şengalê çalakiyên ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bê navber berdewam dikin.
Gelê Şengalê ji bo pîştgiriya gelê Rojavayê Kurdistanê her roj di nava çalakiyan de ye. Îro şêniyên komelgeha Sîba Şêx Xidir zarok, jin, ciwan kal û pîr hemû bi hev re, li ber pêykerê Şehîd Xeyrî kombûn û çalakiya pîştgiriya ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê lidarxistin.
Çalakvanan, agir pêxistin, wenêyên kesên li Helebê ku dema êrişên çeteyên hikumeta demkî ya Suriyeyê de hatin qetilkirin, pankart û dovîzên li ser pîştgirî û dilsoziya bi gelê Rojavayê Kurdistanê hatibûn nivisandin hatin hildan.
Kesên tevlî çalakiyê bûn diûuşmeya ‘Biji Berxwedana Rojava’ qîriyan. Çalakiya şeniyên komelgeha Siba Şêx Xidir du seat berdewam kir.







