Rojava ruhê yekbûnê ye

  • 09:07 21 Çile 2026
  • Rojane
Leyla Ayaz
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Bakur, Başûr, Rojhilat heta Ewropayê bi yek dengê peyama “Rojava ne bi tenê ye, Rojava ruhê yekbûnê ye" hat dayîn.
 
Ji bo kurdan, Rojava ne tenê herêmek siyasî ye, ew wateya berxwedan, xweserî, yekbûn û nasnameya neteweyî ye. Ji sala 2012’yan heta sala 2026’an, bê navber li dijî her cure êrişan berxwedaneke bê navber hat dayîn. Ev berxwedana ku pêk hatî bandorê li tevahiya cîhanê kir. Gelê Kurd careke din her çar aliyên Kurdistanê bi dirûşmeya "Rojava ne bi tenê ye" derketin qadan.  
 
Nîqaşên ku derbarê çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêya demokratîk de dihat kirin, di 27’ê Sibata sala  2025’an de bi banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derket qonaxek din. Piştî bang hat kirin pêvajoyeke nû ya ku bandorê li tevahiya Kurdistan û Rojhilata Navîn bike dest pê kir. Ji bo pêvajo bighije astekê, kurd û dostên kurdan ketin nav hewldaneke bê navber. Ev pêvajoya ku hatî destpêkirin hêj sala xwe temam nekir li hemberî taxên Şexmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêdê ya li Helebê êrişeke dijwar bi taybetî li hemberî kurdan pêk hat.
 
Li Parîsê civîn
 
Şandeyek ji Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, endamên Fermandariya Giştî ya QSD’ê Sozdar Hacî û Sîpan Hemo pêk dihat li ser esasê nîqaşên entegrasyona demokratîk a leşkerî bi Rêveberiya Şamê ya demkî re di 4’ê Çileya 2026’an de, hevdîtinek pêk anîn. Di dema ku protokol ji aliyê her dû hezan ve bê îmzekirin rayederên hikûmetê, hevdîtin betal kir. Di heman rojê de li Parîsê civînek jî bi beşdariya Fransa, NY, hikûmeta demkî û rayaderên Tirkiyê ve hat lidarxistin. Piştî civînê di 6’ê Çileyê de êrîşê Şexmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêdê hat kirin. Li hemberî 42 hezar çeteyan û balafir û tang û topan berxwedaneke mezin hat dayîn. Berxwedan heta 10’ê Çileyê dewam kir. Nexweşxaneya Xalid Fecir a li taxa Şêxmeqsûdê di 8 û 9’ê Çileyê de bi diron, tang, topan û gelek çekên giran, li ber çavan hat hedef girtin.
 
Hedef girtina Rojava
 
Hikûmeta demkî îmzekirina peymana 10’ê Adarê û peymana 1’Nîsanê bi êrîşên xwe bin pê kir. Di 16’ê Çileyê de li Dêr Hafirê civîneke di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û şandeya Koalîsyona Navneteweyi de hat lidarxistin, di heman rojê de civîn li Reqayê jî pêk hat. Piştê jî êrîşên çeteyan li Dêr hafir zêde bûn. Di encama êrişên li ser Tebqa, Reqa û gundewarê wê de nêzî 3 hezar malbatên koçberên Efrîn, Şehba û Tebqa berê xwe dan kantona Cizîrê. Di 16,17 û 18'ê Çileyê de şereke dijwar pêk hat. Ji ber îxaneta ku ji aliyê Eşîrîn Begara de pêk hat, çete derbasî bajarê Tepqayê bûn. Dû re jî Rojava hat hedef girtin. Di 18’ê Çileyê de li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga seferberiyê hat kirin.
 
Rojava bû warê berxwedanê  
 
Piştî bangê ne tenê li Rojava, ji Bakur û Başûrê Kurdistanê gel rabû û piştevaniya xwe bi berxwedanê re anîn ziman. Ligel êrişên rejîma Îranê, li Rojhilatê Kurdistanê jî peyamên piştevaniyê hatin dayîn. Di sala 2014’an de çawa ku ruhê yekitiyê li dijî êrişên çeteyan derket holê di sala 2026’an de jî heman ruh derket holê. Ji ber ku ji bo Kurdan, Rojava ne tenê herêmeke siyasî ye, Rojava tê wateya berxwedan, xweserî, yekbûn û nasnameya neteweyî.
 
Bandora ‘Bihara Gelan’
 
Di 17’ê Kanûna sala 2010’an de pêla serhildanê li Tûnisê dest pê kir, piştî demekê belavî Cezayîr, Lubnan, Urdun, Sudan, Yemen û Misirê bû û wek “Bihara Gelan” hat binavkirin. Ev serhildan di 15’ê Adara 2011’an de cara ewilî li bajarê Deraa ya Sûriyê pêk hat. Pişt re li Humus û Şamê, dû re jî  belavî tevahiya Sûriyeyê bû. Gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe li hemberî rejîma Baasê rabû ser piyan. Di 19’ê Tîrmeha 2012’yan de jî ev pela serhildanê bandorê li kurdan jî kir. Kurd, li dijî rejîma Esad, modeleke civakî ya li ser esasên wekhevî, demokrasî û azadiya pêkhateyan, jinan, baweriyan û ciwanan avabûyî dan ber xwe.
 
‘Kobanê, mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd e’
 
Pergala ku ji cîhanê re bû mînak, hedef hat girtin. DAIŞ, di 15’ê Îlona 2014’an ji sê aliyan ve êrîşî Kobanê kir. Çeteyan bi hişmendiya kuştin, talan û wêrankirinê bi hemû cureyên çek û cebilxaneyên giran êrîş kirin. Li hemberî her cure êrîşan berxwedana bê hempa hat dayîn. Berxwedana ku meh û nîvekê berdewam kir di cîhanê de deng veda. Bi milyonan kurd li çar aliyê cîhanê rabûn ser piyan û bertekên xwe anîn ziman. Bi hezaran kurdên çar aliyên Kurdistanê berê xwe dan Kobanê. Di 22’yê Îlona 2014’an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe de wiha bila kişand ser êrişên Kobanê: “Têkçûna Kobanê têkçûna hemû Kurdistanê ye. Divê her kes li gorî vê rastiyê tev bigerin”. Piştî gotina “Kobanê, mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd e” gelê kurd ji çar aliyan herikîn Kobanê û li dora Kobanê kom bûn. Bi awayekî hevbeş di 1’ê Mijdara 2014’an de li sê aliyên Kurdistanê û her wiha di nav de 30 dewlet heyî çalakiyên piştgiriya dan destpêkirin. Kobanê, 134 roj şûn de di 26’ê Çileya 2015’an de bi temamî ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin.
 
Heman zîhniyet heman rêbaz
 
Têkoşîna gelê Kobanê ya li dijî DAIŞ’ê, ne tenê li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn li tevahiya cîhanê de deng da, di dîrokê de rûpeleke nû vekir. Ev şoreş bi taybetî bi pêşengtiya jinan mezin bû. Di vê şoreşê de doza jinan wekî doza sereke hat destgirtin. Şoreşa civakî hat pêşxist. Pergala xweseriya demokratîk, destkeftiyên jinan, pêşketina vîna azad a jinan, parastina nirxên mirovan… Di sala 2026’an de carek din bû hedefa çeteyan. Heman zînhiyet, bi heman rêbazê êrişê Rojava kir.  
 
Çalakiyên bi girseyî
 
Li hemberî êrişan li tevahiya cîhanê piştevaniyek mezin a kurd û dostên kurdan pêk hat. Ya girîng jî yekitiyê bû. Kurd demildest li her aliyên Kurdistanê daketin qadan û nêrazîbûnên xwe anîn ziman Ji Raperîn, Hewlêr, Dihok, Zaxo û Silêmanî bigire hemû deverên Başûrê Kurdistanê bi girseyî daketin qadan û piştevaniya xwe bi Rojava re anîn ziman. Her wiha bi sedan kes bi banga seferberiyê berê xwe dan deriyê sînor a Sêmalkayê, dû re jî derbasî Rojava bûn. Her wiha hewldana civaka êzidiyan jî divê neyê ji bîrkirin. Ciwanên êzidî jî berê xwe dan sînorê Şengal û Rojava.
 
Li Rojhilat berxwedana ‘Jin jiyan azadî’
 
Bi hemwext berxwedana Rojava, li Rojhilatê Kurdistanê jî bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ serhildan didome. Li dijî her cure êrişên rejîma Îranê li Rojhilat berxwedan didome û bi peyamên xwe piştevaniya Rojava dikin. Komeke ciwanên ji Rojhilat, ji bo parastina nirxên Rojava beşdarî berxwedana Rojava bûn û her wiha 5 rêxistinên jinan a li Rojhilatê Kurdistanê, jî li hemberî êrişên li ser Rojava bertekên xwe anîn ziman û kiryarên hovane yên DAIŞ’ê şermezar kirin. Peyama "Jin jiyan azadî" a ku ji Rojhilatê Kurdistanê bilind dibe, di navbera her aliyên Kurdistanê de bû pirek. 
 
‘Rojava rûmeta Gelê Kurd e’
 
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî çalakiyên girseyî hatin lidarxistin û peyamên piştevaniyê hatin dayîn. Berxwedana ku li ser sînorê Nisêbîn û Qamişlo pêk hat mohra xwe li çalakiyên Bakur xist. Ciwanan li gel barîkatan ji sînor derbas bûn û gotin “Rojava rûmeta Gelê Kurd e”. Her wiha li sînor çalakiya nobetê jî hat lidarxistin. Bi dirûşmeyan dengê xwe gihandin Qamişloyê.
 
Bajarên Serhedê jî gel yek car daketin qadan û piştevaniya xwe bi berxwedana Rojava anîn ziman û gotin: “Ji jinên Rojava re hezar silav”.  Li Botanê, ango warê berxwedanê jî bi taybetî jî Silopî bi girseyeke mezin peyama “Em ê xwedî li destkeftiyên kurdan derkevin” hat dayîn. Amed jî wek her car daketin qadan û bi gotina “Em Rojava bi tenê nahelîn” piştevaniya xwe anîn ziman. Li gelek bajarên Tirkiyeyê jî bi peyama “Bijî berxwedana Rojava” welatî daketin qadan. Li Ewropayê jî Kurd û dostên kurdan daketin qadan û gotin: “Em ê teqes bi ser kevin”
 
Li hemberî êrişên herî dijwar Gelê Kurd peyama xwe ya biryarbûna berxwedanê dan bi piştevaniyeke girseyî carek din dîrokek nivîsandin û bi yek dengî gotin “Rojava ne bi tenê ye”.