Îşkenceya li cenazeyan serdestiya mêr e
- 09:06 21 Çile 2026
- Rojane
Melîke Aydin
STENBOL - Femînîsta Musliman Zeynep Duygu da zanîn ku îşkenceya li dijî cenazeyan bi îslamê re tu eleqeya wê tune ye û got: “Ev ne pratîkek olî ne ya mirovahî ye; ev nîşanseya serdest a mêr e. Bedena jinê wek alava şer û çewisandinê hedef tê girtin.”
Di êrîşa çeteyên HTŞ’ê yên li hember taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyêya Helebê de, endamê çete Ahmet Hamad El Mahsur, îşkence li cenazeyê Endama Hêzên Ewlehiya Hundir kir û ji avahiyê de avêt xwarê. Femînîsta Muslminan Zeynep Duygu der barê mijarê de axivî û da zanîn ku di îslamê de divê dest nedin cenazeyan û da zanîn ku îşkenceya li cenazeyê ne olî, alaveke serdestiya serdest a mêr e. Zeynep Duygu got hedefgirtina şervanên jin peyameke îdeolojîk û zayendperest dihewîne.
‘Li gorî îslamê hukma li ser cenazeyê radibe’
Zeynep Duygu da zanîn ku di şîroveya kevneşopî ya îslamî de rêgeza ‘ji ser cenazeyê hukm tê rakirin’ heye û got: “Lê li aliyekî bi dirûşmeyên olî tên hember me li aliyê din jî bi tekbîran, hewl didin qadên rewa ji xwe re ava bikin. Lê oldar dibêjin ku li ser bedena mirî tu pêkanîn nikare bê kirin.”
‘Îşkence ne îslamî ye, alava serdestiyê ye’
Zeynep Duygu destnîşan kir ku îşkenceya li cenazeyan di çand û dîroka Îslamê de nehatiye dîtin û got: “Lê rêxistinek radîkal a cîhadîst selefî vê ji xwe re rewa dike. Ev mirovan nerehet dike. Ev pêkanînên dijmirovî ne. Dîmenê jin û zarokan min gelek hêrs dikin. Ev li ser navê olê nayê kirin em wek alava serdestiyê tê bikaranîn. Selefiyên zîhniyeta DAIŞ’ê her tim zilmê li jinan dikin. Yên musliman û yên bin feraseta umetê de divê îtîrazê vê bikin. Me hîna gavek nedîtiye.”
‘Ol veguheriye teşeyê bêdengkirinê’
Zeynep Duygu wiha dirêjî dayê: “Di dîrokê de şer hatine jiyîn û ol wek alava serdestiyê hatiye bikaranîn. Bi waaz, sohbet û gotinan ev dertê pêşberî me. Ji ber vê jî di dîroka îslamê de jî di dîroka olên din de jî cih hatiye ol wek alava serhildanê wek gotina serîtewandinê hatiye bikaranîn. Ol veguheriye teşeyê bêdengkirin û çewisandinê. Di çewisandina jinan de ol hatiye bikaranîn.”
‘Naxwazin ji aliyê jinan ve bên kuştin’
Zeynep Duygu di berdewamiyê de daxuyakirin ku ne jinên Kurd ne jî Kurd ji ol û baweriyê dûr nînin û ji bo îslama kevneşopî jin rîskek mezin in û got: “Cîhadîst naxwazin ji aliyê jinan ve bên kuştin. Yanî dibêjin ji aliyê jinan ve bên kuştin wê nebin şehîd. Li gorî zîhniyeta selefî jinek nikare wek şervan bê qebûlkirin. Lê heqe ku her mirovek taxa xwe, hezkiriyên xwe, canê xwe biparêze. Di dîroka îslamê de gelek şerê parastinê hebûn. Divê em van bi bîr bixînin. Ji ber vê ez bi bîr bixim. Hazretî Ayşe jî tevli şeran bûye. Ez heta dawî li pişt parastina mafên rewa me.”







