Keça Taybet Înan: Em dev ji têkoşînê bernadin

  • 09:04 16 Kanûn 2025
  • Rojane
Neslîhan Kardaş
 
ŞIRNEX - Keça Taybet Înan a ku di dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Silopiya ya Şirnexê de hat kuştin Halîme Akin diyar kir ku "Tevî hemû vê demê jî, em hîn jî li pişt têkoşîna diya xwe ne. Em ê dev ji têkoşînê bernedin"
 
Taybet Înan di 19’ê Kanûna 2015’an de li taxa Nuh a Sîlopiyê li kolana 58’emîn de dema ji mala cîranan vedigeriya ji aliyê leşkeran ve hat qetiklirin. Cenazeya Taybet Înan 7 roj û 7 şevan li  kolanê ma. Birayê hevjînê wê Yusuf Înan ku bihist Taybet Înan hatiye qetilkirin, xwest biçe bîne. Lê Yusuf Înan jî li kolanê hat qetilkirin. Piştre hevjînê wê Halît Înan xwest biçe alîkariyê. Lê ew jî birîndar bû.
 
Taybet Înan wekî Dayika Taybet a li Kurdistanê tê nasîn. Keça Taybet Înan Halîme Akin ji ajansa me re axivî. 
 
'Agahiya birîndar bûye ji me re hat'
 
Halîme Akin, roja yekem a ku li Silopiyayê qedexeya derketina derve hate ragihandin, vedibêje û dibêje ku diya wê Taybet Înan ne li malê lê li gund bû. Halîme Akin diyar kir ku dema behsa qedexeya derketina derve hat kirin diya wê xwestiye biçe malê û got: "Pevçûn dest pê kiribûn. Diya min digot 'Çi bibe dê bê serê xizanan yên din dê biçin'. Mala min û mala dê û bavê min pir nêzîkî hev bûn. Şer piştî nîvê şevê dest pê kir û heta sibê berdewam kir. Heta wê demê jî, diya min li ser zarokan difikirî. Ji ber ku ew ji bo min û zarokên min ditirsiya, ew sibehê hat mala me. Şer her roja ku derbas dibû dijwartir dibû. Di roja çaremîn a piştî ragihandina qedexeyên derketina derve de, birayê min bi telefonê agahî da me ku diya min li kolanê birîndar bûye û li wir asê maye."
 
'Min tehemmûl nekir'
 
Halîme Akin dema ku zanî ku diya wê hatiye gulebarankirin, xwest ji malê derkeve da ku biçe cem wê, lê wê dît ku gule ji ezmanan dibarin. Halîme Akin diyar kir ku mala diya wê û ya wê nêzîkî hev bûn û wiha axivî: "Dema ku me gazî kir, kesî bersiva me neda. Ji ber vê yekê min xwest ku ji pişt ve biçim mala diya xwe. Min gazî diya xwe, bavê xwe, apê xwe kir, lê min bersivek negirt. Ez vegeriyam malê, lê min hîs kir ku tiştek bi diya min hatiye. Piştre ji hevjînê min re telefon hat û gotin diya min birîndar e. Min nikarîbû tehemûl bikim û dîsa ji malê derketim. Guleyên ku li ser me dibarîn bêdawî bûn. Wê demê gotinên diya min ket bîra min 'Ger tiştek bi min were, xwe nexe xeterê. Zarokên we yên biçûk hene. Tenê li xwişk û birayên xwe yên biçûk xwedî derkeve, bes e.'"
 
'Em ê li pişt têkoşîna dayika xwe bin'
 
Halîme Akin diyar kir ku wê şevê nekarî bigihêje mala malbata xwe, lê sibeha din bi awayekî karîbû bigihêje wir û wiha bi lêv kir: "Dema ku ez gihîştim malê, xal û bavê min birîndar bûn. Dayika min li kolanê dirêjkirî bû. Min xwest biçim cem wê, lê ji ber guleyan min nekarî. Çend caran min hewl da ku bi perçeyek qumaşê spî bikevim hundir, lê wan gulebaran dikir. Ji ber gulebarana dijwar, bavê min nehişt ez biçim. Ew ditirsiya ku eger ez biçim, ez jî wek diya xwe bêm kuştin. Min tenê dixwest diya xwe ji wir dûr bixim. Lê çi bikim jî, min nedikarî wê bigirim. Her cara ku min qumaşek spî rakir, ew her tim gule li min dibarandin. Me dixwest qet nebe ji bo apê min tiştek bikin, lê ew jî bi giranî birîndar bû. Êvarê, apê min jî şehîd bû. Piştî şeş rojan jî diya wê hîn jî li  kolanê bû. Me hîn jî nekarî wê ji wir derxin. Ji aliyekî ve em digirîn. Ji aliyê din ve jî me nizanibû em çi bikin. Êşa me pir mezin bû. Mîna ku dinya li ser me hilweşiyabe. Tevî hemû vê demê jî, em hîn jî li pişt têkoşîna diya xwe ne."
 
Halîme Akin tekez kir ku doza ku wan vekiriye jî hatiye girtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Me dosya ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê re jî şand. Lê hat red kirin. Em ê li pişt têkoşîna dayika min bisekinin. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî dev ji têkoşînê bernedin."