Berîtan Guneş Altin: Meclîs ji bo zarokan veguheriye cihê sûc

  • 21:53 10 Kanûn 2025
  • Rojane
ENQERE - Berîtan Guneş Altin di komîsyona lêkolîna Meclîsê ya der barê zarokên tevli sûc tên kirin de hatiye avakirin axivî û got: “Îro, li katê jêr yê avahiya ku em rûniştinên xwe yên yasayî lê li dar dixin, em bi rastiya ku destdirêjiyê zarokan tê kirin re rû bi rû ne. Parlamento jî ji bo zarokan veguheriye cihê sûc."
 
Civîna vekirina Komîsyona lêkolîna Meclîsê ya bi armanca lêkolkirina sedemên ku zarok tevli sûcan dibin û mekanîzmayên ku pêşî li vê bigirin, tedbîrên parastinê bigirin hatiye avakirin, hatkirin. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Hevberdevka Komîsyona Zarokan a Dem Partiyê Berîtan Guneş Altin di civînê de axivî û da zanîn ku zarokên keç yên li meclÎsê wek stajyer dixebitîn ji aliyê xebatkarên meclîsê ve rastî destdirêjiyê hatine û got komîsyonê hatine avakirin divê sembolîk nemînin.
 
Berîtan Guneş Altin da zanîn ku li Tirkiyeyê rizandina civakî bi polîtîkayên bêcezahiştinê belav dibe û got: “Îro, li katê jêr yê avahiya ku em rûniştinên xwe yên yasayî lê li dar dixin, em bi rastiya ku destdirêjiyê zarokan tê kirin re rû bi rû ne. Parlamento jî ji bo zarokan veguheriye cihê sûc. Avakirina komîsyonê bi nirxe lê ya bi nirx eve ku divê komîsyon wek komîsyonên berê bê bandor nemîne û sembolîk nemîne.”