Hevşaredaran serdana Waliyê Silêmaniyê kir
- 16:31 8 Kanûn 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir li Bajarê Silêmaniyê bi amadebûna Leyla Omer pêşwazî li Hevşaredarên Farqîn, Nisêbîn, Yenîşehîr û Pirsûsê kir.
Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir têkildarî serdana hevşaredarên jin ên navçeyên Amed, Mêrdîn û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê peyamek belav kir.
Di peyamê de hate ragihandin ku îro li Bajarê Silêmaniyê bi hevkariya Seroka Şaredariya Silêmaniyê Leyla Omer pêşwazî li şandeyeke hevşaredarên jin ên Bakurê Kurdistanê kiriye.
Di şandeyê de hevşaredara Pirsûsê ya Riha Aytena Kaya, hevşaredara Farqîn ya Amedê Sevîm Bîçîcî, hevşaredara Yenîşehirê Safiye Akdag û hevşaredara Nisêbîn ya Mêrdînê Gulbîn Şahîn cih digirin.
Hate ragihandin ku di civînê de nîqaş dê li ser hevgirtina çandî û jîngehî ya di navbera Silêmanî û bajarên Bakurê Kurdistanê de hatiye kirin.
Hate ragihandin ku Waliyê Silêmaniyê piştevaniya xwe ya ji bo şandeyê aniye ziman.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku hevşaredaran roja Şemiyê serdana Endama Mekteba Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm jî kiribûn.







