Cenazeya Gulcan Budak 9 sal şûnde hat girtin

  • 21:49 23 Cotmeh 2025
  • Rojane
RIHA - Cenazeya Gulcan Budak ku dema qedexeyên derketina derve de jiyana xwe ji dest dabû ji Rihayê hat girtin û birin Muşê.
 
Gulcan Budak (Gulan) ku dema qedexeyên derketina derve de di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû cenazeya wê ji Rihayê hat girtin. Gulcan Budak di 11’ê Sibata 2016’an de li Cizîrê di pevçûnê de jiyana xw eji dest dabû û cenazeya wê li goristana bêkesan hatibû definirin. Li ser serlêdana malbatê piştî 9 salan şûnde cenaze hat girtin.
 
Komeleya Alîkariya Malbatên Xizmên Xwe Windakirine, Komeleya Piştevanî û Çandê (KADDER) û malbata Gulcan Budak cenaze girtin û berbi Kopê ve ketin rê.