Çalakiya xwendekaran a ji bo Rojîn Kabaîş di roja 11’emîn de ye
- 21:44 23 Cotmeh 2025
- Rojane
WAN – Çalakiya ku xwendekarên YYU ji bo Rojîn Kabaîş dabûn destpêkirin di roja 11’emîn de didome. Xwendekaran diyar kirin ku heta daxwazên wnneyên cih wê çalakiya xwe bidomînin.
Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yil (YYU) a Wanê çalakiya ji bo ronîkirina mirina gumanbar a Rojin Kabaiş dabûn destpêkirin di roja 11’emîn de berdewam kirin Xwendekaran piştî rapora ATK’ê ya di 11’ê cotmehê de hat aşkerakirin şûnde çalakiya xwe dan destpekirin û bê navber didomînin.
Xwendekarên li kampusê meş pêk anîn, berbi perava ku Rojîn Kabaîş lê jiyana xwe ji dest dabû ve meşiyan. Dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’, ‘Rojîn Kabaîş serhildana me ye’ , ‘Her bêdengî hevkariya sûc e’ berzkirin.
Her wiha xwendekaran diyarkirin ku heta ku daxwazên wan neyên cih wê çalakiya xwe bidomînin.