Cezayê li gumanbarê tundiyê Ozan Guven hatibû birîn hat erêkirin

  • 21:17 23 Cotmeh 2025
  • Rojane
STENBOL- 2 sal û 3 meh cezayê girtîgehê yê der barê gumanbarê tundiyê lîstikvan Ozan Guven ku tundî li Denîz Bulutsuz kiribû hatibû birîn, ji aliyê dadgeha îstînafê ve hat erêkirin.
 
Lîstikvan Ozan Guven tundî li Denîz Bulutsuz kiribû û der barê bûyerê de doz hatibû vekirin. Cezayê li gumanar hatiû birîn ji aliyê îstînafê ve hat erêkirin. 58’emîn dadgeha ceza Asliye ya Stenbolê der barê gumanbar de 2 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî bû û ji sûcên din jî berat kiribû.
 
Piştî biryar çû îstînafê 20’emîn Dadgeha Edliya Herêmî ya Stenbolê dosya lêkolîn kir û îtîrazên hatibûn kirin red kir. Bi vî awayî ceza hat erêkirin.