Ji ber Nanayê sîxûrî qebûl nekir vê bedelê dide?

  • 09:06 6 Îlon 2025
  • Rojane
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Ji Înîsiyatîfa Ji Nanayê re Azadî, Derya Sever der barê Nanaxanim Babazade ku ji ber sîxurî qebûl nekir hat binçavkirin û 15 roje li GGM’ê tê girtin de axivî û got: “Nana vegere Azarbaycanê rîska jiyana wê heye. Ji bo neyê şandin doz hat vekirin. Biryardayîn dibe ku 6 mehan bidome. Divê em ji bo Nana û hemû penaberan bi hev re têbikoşin.”
 
Aktîvîsta mafê jinan a Azerbeycanî ku xwendekara lîsansa bilind a Zanîngeha Stenbolê ye Nanaxanim Babazade, bi hinceta tevli protestoya zema ji bo xwarina zanîngehê  bûye 21’ê Tebaxê de hat binçavkirin. Bin çavan de hat derbkirin û lêgerîna tazî lê hat kirin. Piştre jî ji bo dersînor bikin şandin Navenda Verandinê ya Çatalcayê (GGM). 15 roje li wir tê girtin.Ji  Însiyatîfa Ji Nanayê re Azadî  Derya Sever der barê rewşa Nanaxanim Babazade de axivî.
 
Beriya bê binçavkirin sîxurî hatiye ferzkirin
 
Derya Sever da zanîn ku Nanaxanim Babazade parêzvana mafê jiyan, sewlan û vegane û beriya bê binçavkirin jî sîxurtî lê hatiye ferzkirin. Derya Sever wiha got: “Endama polîtîkayên dewletê de bi Nanayê re têkilî tê danîn û sîxurtî tê pêşniyarkirin. Nana serî natewîne û piştî vê tê binçavkirin. Niha li navenda vegerandinê tê girtin. Berê dibin Arnavutkoyê piştre dibin Çatalcayê. Lêgerîna tazî tê kirin û tundiya fîzîkî tê kirin. Ji ber xwarinên kantînê jehrî dibe.”
 
‘Îmzekirina forma şandinê ferz dikin’
 
Derya Sever daxuyakirin ku li navendên vegerandinê binpêkirinên mafan yên giran tên jiyîn û got: “Li wir pergalek dijhiqûqa netewî û navnetewyî hatiye avakirin.  Tu maf nadin penaberan. Li navenda zext û tundî hene. Der barê Nanayê de jî biryara dersînorkirinê hatiye dayîn. Nana di zanîngeha Stenbolê de di beşa antropolojiyê de lîsansa bilind dixwîne. Destura runiştinê heye. Bi hinceta tevli protestokirina zema xwarinê bûye tê sûcdarkirin.”
 
‘Şandina wê bi rîske’
 
Derya Sever wiha anî ziman: “Deportkirina Nanaxanim Babazade di alî jiyana wê de bi rîske. Hem malbata wê hem dewlet ji bo wê bi rîske. Nana vegere Azarbeycanê rîska jiyana wê heye. Hem ji malbatê bertekê dibîne hem jî rîska ku dewlet zilmê lê bike heye.Vegerandina penaberên jin têbikaranîn. Li navendên penaberan tiştên tên jiyîn cînayeta jinan e. Divê em li dijî vê pêkanînê b ihev re têbikoşin. Ji bo neyê şandin doz hat vekirin. Biryardayîn dibe ku 6 mehan bidome. Divê em ji bo Nana û hemû penaberan bi hev re têbikoşin.”