Li Amedê daxuyaniya 1'ê Îlonê
- 14:35 1 Îlon 2025
- Rojane
AMED - Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê bi wesîleya 1'ê Îlonê daxuyaniyek da û ji bo pêkhatina aştiyê bang li her kesî kir ku xwedî li têkoşînê derkevin
Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Qada Şêx Seîd daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de ku nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl amade bûn, pankarta bin nivîsa "Aştî mafek e, ne qenciyek e" hate hildan.
Hevberdevka Platformê Yildiz Ok Orak daxuyanî da û anî ziman ku polîtîkayên bi ferasetê li şûna çareseriyê pirsgirêka Kurd hîn giran kirine û got, "Gavên ku niha bêne avêtin divê zelal û bi biryar bin."
Yildiz Ok Orak bal kişand ser 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo û şewitandina çekan a 11'ê Tîrmehê û destnîşan kir ku pêvajo xwedî cidiyet û îradeya aştiyê ye.
Yildiz Ok Orak zimanê tund ê medyayê rexne kir û anî ziman ku ji bo pêvajoya aştiyê bi rengekî çêker bimeşe divê weşangeriyeke li ser esasê çareeriyê û berpirsyariyane bê kirin.
Yildiz Ok Orak astengkirina axaftina bi Kurdî ya Dayikên Aştiyê ya li Meclîsê weke hewldanek cihê fikaran pênase kir.
Platformê xwest, dawî li pêkanîna qeyûm bê anîn, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bê naskirin, pêvajoya destûra bingehîn a demokratîk bê destpêkirin, biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi cih bêne anîn û di meseleya Kurd de li ser bingeha diyalogê biryardarî bê nîşandan.
Yildiz Ok Orak ji bo pêkhatina aştiyê bang li her kesî kir ku xwedî li têkoşînê derkevin. Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.