Çalakiyên rûniştina F’yê di hefteyê de jî berdewam kirin

  • 16:02 23 Tebax 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên li Îzmîr, Stenbol û Enqereyê de di çalakiyên F'yê de ji girtiyên nexweş re azadî hat xwestin.
 
Şaxên ÎHD'ê yên Îzmîr Stebol û Enqerê ji bo balkişandina ser rewşa girtiyên nexwe vê hefteyê jî çalakiyên xwe yên rûniştina F'yê berdewam kirin.
 
Îzmîr
 
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê ji bo balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş li ber Eski Sumerbankê ya li Konakê daxuyaniyek da. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Girtiyên nexweş dimirin. Bêdeng nemîne, nebe şirîkê sûc" hat vekirin. Yek ji rêveberên Şaxê ÎHD’ê Mûstafa Kizartici, diyar kir ku rewşa 335 girtiyan krîtîk e û got ku 230 ji van girtiyan nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin. Kizartici, behsa rewşa Arzû Cansever a 39 salî ku li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan tê ragirtin û bi giranî astangdar e kir.
 
Stenbol
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê 700'emîn "Rûniştina F" ya heftane li ber avahiya komeleyê lidar xist. Di çalakiya vê hefteyê de ji bo serbestberdana hemû girtiyên nexweş ên li girtîgehan bang hat kirin. Di daxuyaniyê de pankartên “Dermankirin mafek e û nabe bê astengkirin” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hatin vekirin. Her wiha dirûşmeyên wekî "Bila girtiyên nexweş bên berdan" û "Tecrîd dikuje, hevgirtin jiyan e" hatin berzkirin.
 
Enqere
 
Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş di hefteya 572'yemîn a çalakiya xwe de li Kolana Sakaryayê kom bûn. Di çalakiya vê hefteyê de behsa rewşa girtiyê nexweş ê giran Abdullah Zorarslan ê li Girtîgeha Girtî ya Eregliyê tê ragirtin, hat kirin.