Havva Kiran: Ger ku hûn dibêjin dê aştî bê gavê biavêjin

  • 09:40 23 Tebax 2025
  • Rojane
AMED - Dayika Aştiyê Havva Kiran bertek nîşanî wê yekê da ku destûr nehat dayîn ew li Parlamentoyê bi Kurdî biaxivin û got, "Ger hûn dibêjin aştî wê were, gavên ber bi wê ve bavêjin." Havva Kiran bal kişand ser qedexeya li ser zimanê kurdî, girtîgehan, wêrankirina xwezayê û tecrîda li ser Abdullah Ocalan û tekez kir ku aştî bi ziman, edalet û baweriya hevbeş mimkun e.
 
Dayikên Aştiyê ji bo guhdarîkirinê vexwendî parlamentoyê hatin kirin û qedexeya li ser Kurdî di "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xuşk-Biratî û Demokrasiyê" de ji gelek aliyan ve rastî rexneyan hat. Havva Kıran, yek ji sê Dayikên Aştiyê yên di komîsyonê de axivî û diyar kir ku heta zimanê wan fermî nebe, behsa aştiyê nikrae bê kirin.
 
'Eger ez bi zimanê xwe biaxiviya, min ê xwe çêtir îfade bikira'
 
Havva Kıran, diyar kir ku dema çûne komîsyonê, ji axaftina bi zimanê wan yê dayikê re astengî derxistine û got, "Parlamentoyê me gazî komîsyonê kir û em çûn. Ji me re gotin, 'Li vir Kurdî qedexe ye; nayê qeydkirin.' Me got, 'Baş e, eger wisa be, divê du kes bi Tirkî biaxivin û yek jî bi Kurdî biaxive.' Wan ev jî red kir. Parlamenterên me gotin ku ew dikarin wergerînin, lê dîsa jî nehat qebûlkirin. Min got, 'Ez bi Tirkî nizanim, ez nikarim xwe bi Tirkî baş îfade bikim.' Piştre, da ku ew nebêjin, 'Dayikên Aştiyê hatin vir û alozî çêkirin,' me hewl da ku bi Tirkî biaxivin. Ger min bi zimanibûya, min ê bi vegotina birîn û pirsgirêkên vî welatî dest pê bikira û bi zimanê xwe xwe çêtir îfade bikira. Em ne ji bo xwe çûn wir; em ji bo êşa vî welatî çûn. Lêbelê, heke gelek bi zimanê xwe nejî, ew tê maneya ku tune ye."
 
'Bila gavek ber bi aştî û aramiyê ve bavêjin'
 
Havva Kiran, girîngiya ziman ji bo xwe tekez kir û got, "Divê em zimanekî ku îro bi tunebûnê re rû bi rû ye, bi çand û hunera xwe biparêzin. Zimanê me rûmeta me ye û em pê serbilind in. Her zimanek di dewleta Tirkiyeyê de mafên xwe heye, ji ber vê yekê çima yên me tune tê hesibandin? Em di her aliyê jiyana xwe de bi Kurdî dijîn ji ber ku ew zimanê me ye. Em Kurd in, ne Tirk in. Dewlet îdia dike ku ew dewletek e ku edaletê dixwaze û xwe wekî demokrat îlan dike, lê gava em derdikevin pêşberî komîsyonê, ew rê li ber axaftina me bi Kurdî digire. Ev baweriya me xera dike. Ger ew dixwazin em bawer bikin, bila gavekê ber bi aştî û aramiyê ve bavêjin. Ger gav neyên avêtin, ew ê yekalî nebe."
 
'Em bi dilê xwe yê birîndar dijîn'
 
Hava Kiran, ku got, "Her balafireke şer a ku radibe ji dilê dayikên Kurd radibe," wiha berdewam kir "Ew diçin, em dibêjin, 'Ew ê zarokên Kurd gulebaran bikin, erdên Kurdan bombebaran bikin.' Xwezaya me îro di bin êrîşê de ye. Darên me tên qirkirin. Tecrîda ku li ser serokatiya me hatiye ferzkirin berdewam dike. Berdewamiya vê tecrîdê nîşan dide ku gel jî di bin tecrîdê de ye. Zimanê me hîn jî wekî zimanekî qedexekirî tê hesibandin. Dilê me hîn jî li herêma me birîndar e,û em nikarin bi rehetî bijîn. Niha  dibêjin 'Demokrasî', lê li vê herêmê demokrasî tune ye."
 
'Heşt meh in tu gav nehatiye avêtin'
 
Havva Kıran, destnîşan kir ku wan di komîsyonê de daxwazên guhertinên destûrî pêşkêş kirine û got: "Me daxwaza rawestandina xwînrijandinê kir. Dibêjin divê gerîla werin, lê ew ê bi kîjan qanûnê werin? Ma mafên wan dê werin dayîn? Dema ku gerîla jiyana xwe di berf, zivistan, germ, serma, baran û heriyê de derbas dikin, gelo divê ew werin li vir jî di girtîgehan de bimînin? Gelo divê cezayê hepsa heta hetayê li wan were birîn? Gerîla di demên berê de jî hatin, lê ew berî ku mehek derbas bibe hatin girtin. Ger ew bi rastî dixwazin aştiyê bînin vî welatî, divê pêşî Birêz Ocalan were azadkirin. Divê ew siyaseta xwe di nav gelê xwe de bimeşîne. Abdullah Ocalan bangek kir û li dora gelê Kurd havêrek çêkir. Wan got ku ew ji bo her tiştî amade ne. Îro, li her gund û her taxê civînên gel têne lidarxistin. Xelk dibêje ku hêviya wan ji Birêz Ocalan heye, ku ew baweriya xwe bi wî tînin, lê ne ji dewletê. Ji ber ku heşt meh in tu gavên berbiçav nehatine avêtin. Divê komîsyona nû hatî damezrandin bi Rêber Apo re bicive, da ku ew kes fêm bikin ka ew çi dixwaze." 
 
Banga me ji bo komîsyonê, ji bo dewletê, ji bo Numan Kurtulmuş:  Eger hûn ji dil in, eger hûn bawer dikin ku aştî wê were, gavekE ber bi aştiyê ve bavêjin. Bila êrîşên we rawestin. Bila zindan bên vekirin. Bila zimanê me bibe zimanê fermî. Werin em zimanê xwe biparêzin. Aştî êdî jêneger e; ew wek nan û avê girîng e. Xwîn xwînê naşo, aştî xwînê dişo. Heta ku em hebin, em ê aştiyê bixwazin."