'Azadiya Abdullah Ocalan divê pêk bê'

  • 09:03 17 Tebax 2025
  • Rojane
AGIRÎ - Hevseroka DBP’a Agiriyê Şîlan Tugra balkişand ser polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê ya li hember Gelê Kurd û got: "Ji bo pêvajoya aştiyê divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin."
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27’ê Sibatatê de banga "Aştî û civaka demokratîk" kir û xebatên çarçoveya bangê de didomin. Tevî ku di ser bangê de 5 meh derbas bûye jî hîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan gavek şênber nehatiye avêtin.
 
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Agiriyê Şîlan Tugra der barê pêvajoyê de axivî.
 
‘Divê sererastkirinên qanûnî hebin’
 
Şîlan Tugra di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser pêvajoyê û got: “Gav ji welatîbûna wekhev derbas dibe. Bi sedsal in Kurd li ser axa xwe nikarin bi zimanê xwe biaxivin. Hebûna Kurdan bi sedsalane nayê qebûlkirin. Kurd tune tên hesibandin û rastî asîmîlasyonê tên. Di vê mijarê de ya esas divê di Destura Bingehîn de guherîn pêk bên. Divê girtiyên ji siyasî bên berdan.”
 
‘Azadiya Abdullah Ocalan divê pêk bê’
 
Şîlan Tugra destnîşan kir ku muxatabê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û ev tişt anî ziman: “Yekane muxatab Birêz Ocalan e. Divê rayedar bizanibin ku bi hevdîtinên hefteyî yên malbatê û hevdîtinên saetekê yên parêzeran pêvajo biser nakeve. Divê tecrîd bê şikandin û Abdullah Ocalan azad bibe. Her wiha ciwan ji bo Abdullah Ocalan gelek bi nirxin. Divê ciwan pêşengiya vê pêvajoyê bikin. Divê paradîgma Abdullah Ocalan belav bikin, bixwînin, rêxistin bikin.”