
Ji ber tevli danişînê nebû cezayê kelepça elektronîk lê hat birîn
- 09:02 17 Tebax 2025
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL - Rojnameger Rahîme Karvar da zanîn ku tevî ku tevlibûna runiştina duyemîn ne ferz bûye, ji kelepçeya elektronîk re hincet hatiye avakirin û got: “Biryara hatiye dayîn biryara kêfiye. Divê rêxistinên çapemeniyê li dijî van zext û êrişan di piştevaniyê de bin.”
Rojnameger Rahîme Karvar di 17’ê Çile de di lêpirsîna navneda wê Stenbol bû de hat binçavkirin û 21’ê Çilê de bi îdiaya endamtiya rêxistinê hat girtin. Rahîme Karvar piştî 5 meh û nîva di 12’yê Hezîranê de di rûniştina ewil de de bi kontrola tedbîra edlî hatibû tahliyekirin. Rûniştina duyemîn jî di 17’ê Tîrmehê de hat dîtin. Di rûniştinê de girtek hatin amadekirin û der barê wê de biryara berdewamkirina qedexeya derveyê welat, kelepçeya elektronîk li lingan bê xistin û mehê du caran ji bo tedbîra edlî îmze bê dayînê, hat dayîn. Dadgehê ji bo vê biryara daye jî, hinceta Rahîme Karvar tevli runiştinê nebûye, nîşan da.
Rojnameger Rahîme Karvar der barê mijarê de axivî.
‘Zîhniyeteke dijminê jinê ye heye’
Rahîme Karvar da zanîn ku ji salên 90’î heta niha li hember kedkarên çapemeniya azad êrîş hene û armanca wan çewisandine. Rahîme Karvar wiha got: “Li qadê li hember rojnamegerên jin zextên mezin hene. Em wek rojnamgerên jin ji bo xwe heyî bikin têkoşînek mezin didin. Zîhniyetek mêr ya keda me nabîne heye. Li dijî vê wek her pîşeyê têkoşîna me mijara gotinê ye. Zîhniyeteke ku dijminê jinêye heye. Rojnamegerên jin hedef tên girtin.”
‘Kelepçeya elektronîk ji bo jinekê tehdîdan ava dike’
Rahîme Karvar daxuyakirin ku dixwazin civakeke li dijî zextên li ser rojnamegeran bêdeng bin biafirînin û wiha vegot: “Em ji bo rastî derkevin holê têdikoşin. Ev sal sala malbatê îlankirin. Her meh heri kêm 40 jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin. Ma pêkane ku ev nebin rojev. 12’yê Hezîranê de hatim tahliyekirin. Rûniştina duyem jî 17’ê Tîrmehê de bû. Bi hinceta tevli rûniştinê nebûm, kelepça elektronîk, qedexeya derketina derve û mehê du caran îmze dan. Mijara kelepçeya elektronîk rêbazek cezakirinê ye. Nabêje tu nikarî derkevî lê tu biçî ku ev kelepçe li lingên te xistiye. 16 mîlyon kes wê kelepçeya lingê min bibînin û bizanibin ku ez ji dozekê têm darizandin. Di vî alî de jî wek tehdîdekê ye.”
‘Pêkanînek kêfi ye’
Rahîme Karvar destnîşan kir ku tundî û zext pir aliye û ev tişt anî ziman: “Li vî welatî li hember rojnamegeran zext pir zêdene. Êriş hene. Cîhan Bîlgîn, Nazim Daştan û Hêro Bahattîn hatin qetilkirin. Em dizanin ku wan bi canê xwe rojnamegerî meşandin. Ji ber vê jî niha axaftina kelepçeya elektronîk pir ne girîng e. Lê di aliyekî din de bêjm rojnameger sûcdar tên dîtin. Ji ber faliyetên xwe dimeşînin tên cezakirin. Biryara hatiye dayîn biryarek kêfiye.”