
Xwebûn bi manşeta 'Destpêka pêvajoya nû' derket
- 09:12 14 Tîrmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Xwebûnê di hejmara xwe ya 291'emîn de bi manşeta “Destpêka pêvajoya nû” derket pêşberî xwîneren xwe.
Rojnameya Xwebûnê ku hefteyê rojekê tê çapkirin, di hejmara xwe ya 291'emîn de bi manşeta “Destpêka pêvajoya nû” gihişt ber destê xwînerên xwe. Rojnameyê, banga bi dîmen a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û merasîma dîrokî ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk ya çekîmhakirinê derxistiye manşeta xwe.
Rojnameyê hevpeyvîna xwe ya vê hefteyê li ser Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi Endama Desteya Serokatiyê ya PYD'ê Foza Yûsif re çê kir. Foza Yûsif der barê Şoreşa Rojava de dibêje: “Bêguman ji bo parastina şoreşê divê em têkoşîna xwe berdewam bikin. Ji ber ku hê metirsiyên mezin li ser me hem jinan hem jî kurdan berdewam dikin. Hê mafên me nehatine mîsogerkirin. Ji ber vê yekê xurtkirina hêza civakî ji bo me pir girîng e.”
Rojname, bi nûçe û analîzên xwe bi dosya û nivîsên xwe ji mijarên jinan, siyasî, polîtîk, çandî, zimanî, wêjeyî, qerfî û civakî bigire gelek mijarên girîng dibîne. Dîsa bi xebatên lêkolînî û zanistî bi gelek mijarên girîng bala xwîneran dikişîne.
Di hejmara vê hefteyê de nivîskar Roliyana Ahmed, Medya Bal, Mizgîn Ronak, Fatma Taşli Tunç, Rizoyê Xerzî, Adar Jiyan, Hesen Huseyîn Denîz, Felemez Ulug, Medenî Ferho, Zinar Ronî, Mûsa Şanak, Prof. Dr. Abdulîllah Polan, Fariz Firaz, Mehemed Kurdî, Mehmet Olmez, Nezîr Ocek û Rohat Bulut, bi nivîsên xwe di rojnameyê de cih girtin.