
Piştî Denîz Poyraz çar sal: Em aştiyê dixwazin
- 09:06 16 Hezîran 2025
- Rojane
Nazlican Nûjîn Yildiz
ÎZMÎR - Bi wesîleya çaremîn salvegera qetilkirina Denîz Poyraz, dayika wê Fehîme Poyraz axivî û da zanîn ku ji bo aştî pêk bê divê kujerên Denîz Poyraz bên dîtin û hesab ji gumanbaran bê pirsîn.
Di ser qetilkirina Denîz Poyraz ku di 17’ê Hezîrana 2021’ê de di êrîşan gumanbar Onur Gencer a li dijî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê de hat qetilkirin, 4 sal derbas bû. Di 6’emîn rûniştina dozê ya 27’ê Kanûna 2022’yan de hat dîtin de li gumanbar Onur Gencer ji sûcê ‘kuştina kesan a plankirî’ cezayê muebeta giran, ji sûcê ‘zirar daye mal’ 4 sal, ji ‘binpêkirina destnedana avahiyê’ 2 sal û ji sûcê ‘muxalefetê qanûna çekan’ 3 sal ceza hatibû birîn. Parêzerên malbata Denîz Poyraz ji bo têkiliya gumanbar a bi rêxistinan re, peywirdarên cemawerî yên ji komkujiyê re zemîn amade kirin bên lêkolînkirin doz vekiribûn.
Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz bi wesîleya salvegera qetilkirina Denîz Poyraz axivî û balkişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ji bo pêkhatina aştiyê divê gumanbarên ku Denîz Poyraz qetil kirin bên dîtin û hesab jê bê pirsîn. Fehîme Poyraz da zanîn ku tevî her tiştî ew dibêjin aştî û got ji bo pêvajo bimeşe divê Abdullah Ocalan azad bibe.
‘Em azadiya serokatiya xwe dixwazin’
Fehîme Poyraz wiha got: “Di ser bûyerê re 4 sal derbas bû lê êşa me hîn teze ye. Em tu car ji bîr nakin. Banga Birêz Ocalan girîng e. Em azadiya serokatiya xwe dixwazin. Em aştiyê dixwazin. Em naxwazin tu kes bimire. Ez dixwazim kujerên keça min bên dîtin. Bên darizandin û hesab jê bên pirsîn. Dewlet jî dibêje aştî lê êrîşan didomîne. Em naxwazin xwîn birije.”
‘Divê rastî derkevin holê’
Fehîme Poyraz got roja Denîz Poyraz hatiye qetilkirin, polîsan gumanbar bi parastinê ji avahiyê derxistine û got: “Ji gumanbar re gotin ‘tiştekî te heye?’. Li şûna ji me bipirsin ji wî pirsîn. Ger ku aştiyê bixwazin divê ewil ‘kujerên Denîzê kî ye’ bê pirsîn. Ne tenê Denîz bi sedan zarokên me wek Denîzê şehîd ketin. Em dixwazin li ser vê bisekinin. Bila li sedema qetilkirina Denîzê bê pirsîn. Em aştiyek ji dil dixwazin. Divê girtiyên nexweş bên berdan. Ji bo aştiyeke bi rûmet divê ev pêk bên. Hêviya me serokatiya me ye. Ez bang li hemû kesî dikim tevli bîranîna salvegera Denîz Poyraz bibin. Em xwedî li hev derkevin. Em bibin yek. Em bibin yek wê tu kes nikaribe pêşî li me bigire.”