Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo zarokan şahî li dar xist

  • 13:26 15 Hezîran 2025
  • Çand û Huner
 
 
STENBOL - Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê di çarçoveya kampanyaya “Em di jiyana sosyalîst de israr dikin, bi Rêbertiya azad xwe birêxistin dikin” de ji bo zarokan şahî li dar xist. 
 
Komîsyona Çandê ya Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya kampanyaya “Di jiyana sosyalîst israr dikin, bi Rêbertiya azad em xwe birêxistin dikin” de li Taxa Kanarya ya navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê ji bo zarokan şahî li dar xist. Gelek zarok û ciwan tev li şahiyê bûn. 
 
Di şahiyê de pêşbirkên kişandina werîs, tûrik û hevxistina hêkan hatin lidarxistin. Zarok di dema van lîstikan de gelek keyfxweş bûn. Her wiha, zarok û malbatên wan demeke dirêj li ber stranên Kurdî govend gerandin.  Endama Komîsyona Çandê ya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Edanûr Baydogan di çalakiyê de got: “Tekane hedefa hevpar azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê ye. Di pêvajoya avakirinê de em di qadên çandî, hunerî, akademî, meclis, komun, komxebat û hwd. de rola xwe dilîzin. Em dikarin li dora exlaqê civakî bicivin û civakeke nû ava bikin.”