
Panela Aştî û Civaka Demokratîk hat lidarxistin
- 16:29 15 Hezîran 2025
- Rojane
RIHA – Di panela Civaka Demokratîk û Mafê Hêviyê ya di Avakirina Aştiyê de hat gotin divê li meclisê komisyon bên avakirin.
Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD) û Şaxa Rihayê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Baroya Rihayê panelek bi sernavê "Mafê Hêviyê di Avakirina Civakeke Demokratîk û Aştiyê de" li dar xistin. Panel li hola konferansê ya Baroya Rihayê hat lidarxistin. Panel ji hêla endamê OHD Ahmet Taş ve hat birêvebirin û Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, endama Koma Aştiyê ya 99'an û Koordînatorê Navenda Lêkolînên Qada Civakî-Siyasî (SAMER) Yuksel Genç, û girtiyê 30 salî Veysel Avci wekî axaftvan beşdar bûn.
Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferit Şenyaşar, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, rêxistinên parêzgeh û navçeyan ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partî, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û gelekên din beşdarî panelê bûn.
Newroz Uysal destnîşan kir ku divê ji bo pêvajoya qanûnî û dîplomatîk a pêvajoyê li Meclîsê komîsyonek were avakirin.
Yuksel Genç jî bal bir ser pêvajoya 99'î û çareseriya meseleya kurd.
Veysel Avci jî anî ziman ku têkoşîna azadiyê rihek e û mafê hêviyê gavek e.
Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.