
Meclisa Kongra Star a Şedadê ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiya
- 16:00 15 Hezîran 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Kongra Star a bajarê Şedadê di civînekê de banga mezinkirina têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.
Meclisa Kongra Star a bajarê Şedadê ya kantona Cizîrê di çarçoveya hewldanên pêşxistina rola jinan di civakê de û bi daxwaza mezinkirina têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, civînek li hola Meclisa Gel li dar xist.
Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre rêvebera Meclisa Kongra Star a Şedadê Emîra El Seed axivî û diyar kir ku bi saya felsefeya Abdullah Ocalan jinan rola xwe ya çalak stand.
Emîrayê da zanîn ku jin di têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan de roleke sereke dilîzin. Emîrayê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kir.
Endama Meclisa Kongra Star a bajarê Mergedayê Întîsar El Taimê jî axivî û bal kişand ser zext û adetên ku li ser jinan hatibûn ferzkirin û wiha pê de çû: "Jinan bi saya ramanên azad ên Rêber Abdullah Ocalan di qadên siyasî, civakî, aborî, leşkerî û rêveberiyê de cih girtiye."
Di dawiya civînê de teqezî li ser mezinkirina têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hat kirin. Hate gotin dê panel, meş û semîneran berdewam bikin “da ku dengê heqîqetê ragihînin û azadiyê pêk bînin”.