'Erka me ye ku em Rêber Ocalan azad bikin'
- 09:15 4 Hezîran 2025
- Rojane
Mîdye Miqted
HELEB - Jinên li Helebê yên azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin wiha gotin:"Weke malbatên pakrewanan û bi taybet dayikên nemiran erka me ya sereke ye ku em Rêbertiya xwe ji nava çar dîwaran xelas bikin. Em her carê soza xwe bilind û dubare dikin ku em li kîjan deverê yan cihî bin em ê banga azadiya Rêbertîya xwe bikin ."
Bi dirûşmeya "Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mifteta çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn û pirsgirêka Kurd e" Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê bi meşekê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Bi amedebûna welatiyên taxê meş ji pêşiya eywana 8'ê Adarê ku dikeve taxa Xerbî dest pêkir, dengê gel ber bi taxên Şerqî ve bilind bû. Siloganên ku daxwaza azadiyê dike bi deng û qîrînên kal, pîr, ciwan, jin, zarok û gaziyên şer bilindtir dibûn.
Dayikên nemiran ên tevli çalakiya meşê bûn, ji ajansa me re axivîn banga rizgariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û wiha gotin :"Dewlet dixwazin aştiyê asteng bikin lê em dest ji pêkanîna armanca Rêbertî ya aştiyê bernadin."
'Em ji têkoşîna azadiyê nawestin'
Dayika nemir Êrîş Efrîn ku bi navê Zeyneb Ehmed tê nasîn axaftina diyar kir ku yê aştiyê pêk tîne Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha got:"Îro zêdeyî 26 salan e Rêbertiya me di esaretê de ye, li hemberî tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî em jî berxwedana xwe bilind dikin da ku em azadiya Rêbertî ya fîzîkî misoger bikin. Îro dewletên navneteweyî doza Rêbertî û azadkirina wî paşguh kirine, lê belê em weke dayikên nemiran bi carekê ji têkoşînê nawestin heya em Rêbertiya xwe azad dikin."
'Rêbertiya me di esaretê de hiştine'
Zeyneb Ehmed di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku yê aştiya cîhanî pîratik bike Abdullah Ocalan e û wiha got:"Rêbertî bi israr dixwaze aştiyê têxe meriyetê. Li hember daxwaza Rêbertî dewletên hegemonîk her dixwazin vê aştiyê asteng bikin û veguherînin şer. Lewma heya niha Rêbertiya me di esaretê de hiştine û li hember doza Rêbertî bi erka azadiyê ranebûne."
'Azadiya Rêbertî azadiya me ye'
Di dawiya vegotinên xwe de Zeyneb Ehmed tekez kir ku azadiya Abdullah Ocalan azadiya wan û hemû gelan e û wiha got:"Yê ku wê azadiya hemû gel û netewan pêk bîne Rêber Abdullah Ocalan e. Azadiya Rêbertiya me azadiya me ye."
'Divê dinya ji bo Rêbertî rabe ser piyan'
Di heman demê de dayika nemir Avaşîn Efrîn ku bi navê Şîraz Silêman tê nasîn banga pêkanîna azadiyê Abdullah Ocalan kir û wiha pê de çû:"Ev 27 sal in dinya û cîhan li hember pêkanîna azadiyê Rêbertî bê erk û deng mane. Îro Rêbertiya me ji bo azadî, aştî, demokrasî û wekheviyê têkoşîn kir û berxwedanê didomîne. Divê hemû dinya ji bona azadiya Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan rabin ser piyan. Divê ev sal bibe sala rizgarkirina fîzîkî ya Rêbertî."
'Em ê Rêbertî ji nava çar dîwaran xelas bikin'
Di dawiya axaftina xwe de Şîraz Silêman da zanîn ku azadiya Abdullah Ocalan erka wan a sereke ye û wiha got:"Weke malbatên pakrewanan û bi taybet dayikên nemiran erka me ya sereke ye ku em Rêbertiya xwe ji nava çar dîwaran xelas bikin. Em her carê soza xwe bilind û dubare dikin ku em li kîjan deverê yan cihî bin em ê banga azadiya Rêbertîya xwe bikin ."
'Êdî bes e ji bêdengiya neaştîxwazan re'
Zelox Mihemed bertek nîşanî girtina Abdullah Ocalan da û wiha got:" Êdî bes e ji mayina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di nava girtîgehê de. Ma Rêbertiya me çi sûc û guneh kiribû da ku dîl girtin. Êdî bes e ji bêdengiya dewletên ne aştîxwaz re, êdî bes e ji mayina rêbertî ya di zindanê de. Em her û her bi serokê xwe re ne, em ji Rêbertiya xwe qut nabin."