
Xwendekar ji bo Sena Duzgun meşiyan
- 20:31 29 Gulan 2025
- Rojane
AMED - Ji bo Senda Duzgun ya bi guman jiyana xwe ji dest da Xeta Jinê û Piştevaniya Xwendekarên Azad a Dîcleyê meş pêk anî.
Li Amedê 27’ê Gulanê de Sena Duzgun li baxçeyê Onkolojiyê ya Zanîngeha Dîcleyê bi guman jiyana xwe ji dest da. Ji bo Senda Duzgun li zanîngehê bi pêşengiya Xeta Jinê û Piştevaniya Xwendekarên Azad a Dîcleyê meş pêk hat. Pankarta ‘Em ne mahkumê pergala we ya didin întîxarkirinê ne’ û dovîzên ‘sedema întîxarên pergala serdest ya mêr’ û ‘li dijî şerê taybet jin jiyan azadî’ hat hildan. Hevserokên DEM Partî, DBP’ê yên navçeyan, saziyên civaka sivîl û gelek xwendekar tevli bûn. Meş ji ber Fakulteya Zanistên Fenê dest pê kir û li Fakulteya Îlahiyatê bidawî bû. Piştre daxuyanî hat dayîn.
‘Em ê polîtîkayên qirkirinê vala derxînin’
Li ser navê Xeta Jinê Berîvan Igin axivî û got: “Em îro jib o hevalên xwe Sena û jinên din Îpek Er, Zeren Ertaş, Gulîstan Doku û Rojînê li vir in. Em îro bi rastiya bi xof ya pergalê re rû bi rû ne. Polîtîkayên qirkirinê berbi tunebûnê ve dibe. Em vê pergalê red dikin û li dijî mirinan jiyanê diqîrin. Emê li dijî qrkirina jinan têkoşîna xwe bidomînin.”
Daxuyanî bi danîna wêneyê Sena Duzgun û qurnefîlan a li ber fakulteya Îlahiyatê bidawî bû.