Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan jiyana xwe ji dest da

  • 18:39 28 Gulan 2025
  • Rojane
RIHA – Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan ku 12’ê Gulanê de li Sêwregê wesayît lê qelibî û bi giranî birîndar bû li nexweşxaneya dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
 
Li navçeya Sêwreg a Rihayê di 12’ê Gulanê de wesayît  li dayika Aştiyê Zekiye Ayhan (74) qelibî. Dayika Aştiyê Zekiye Ahyan li nexweşxaneya ku 16 roj bû dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
 
Cenazeya Zekiye Ayhan wê sibê li Sêwregê li goristana Nato piştî nimêja nîvro bê definkirin.