TJA ji bo meşa mezin xebatên xwe didomîne
- 20:25 29 Gulan 2025
- Rojane
AMED –TJA ji bo meşa mezin ‘Em ji bo Aştiya civakî û Çareseriya Demorkatîk dimeşin’ ya ku wê 31’ê Gulanê de pêk bê xebatên xwe bê navber didomîne.
Li Amedê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşmeya ‘Em ji bo Aştiya civakî û Çareseriya Demorkatîk dimeşin’ wê meşa mezin pêk bê. Jinên TJA’yê çarçoveya xebatan de li gelek navçeyên Amedê xebat meşandin. Jin kolan bi kolan geriyan û welatî vexwendiyê meşê kirin.
Meş 31’ê Gulanê de ji ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê wê heta Birca Bizinê bidome.