
Li dijî binpêkirinên mafan ê li girtîgeha Şakranê bertek
- 15:14 28 Gulan 2025
- Rojane
ÎZMÎR - Di daxuyaniya çapemeniyê de ku li dijî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Jinan a Şakranê pêk tên, bang li saziyên dewletê hat kirin ku erka xwe pêk bînin.
Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) ên Îzmîrê, li dijî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Jinan a Şakranê pêk tên, daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Rêxistinên hiqûqî û mafên mirovan ên ku beriya daxuyaniyê çûn serdana girtiyên li Girtîgeha Kampusa Şakranê ya Alîaga, piştî serdanê li ber girtîgehê hatin cem hev û pankarta bi nivîsa "Dawî li binpêkirinên mafan û pêkanînên kêfî yên li girtîgehan bînin" vekirin.
Di daxuyaniyê de bê navber dirûşmên, “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin, jiyan, azadî”, “Em ê zindanan hilweşînin, ji girtiyan re azadî” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” hatin berzkirin. Gelek nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk, parêzer, parêzvanên mafên mirovan û welatî beşdarî daxuyaniyê bûn.
Daxuyaniya çapemeniyê li ser navê beşdaran ji aliyê Hevseroka Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Egeyê (EGE-TUHAYDER) Ayfer Yildirim ve hat xwendin.
‘Li Girtîgeha Jinan a Şakranê binpêkirinên mafan zêde bûne’
Ayfer Yildirim, diyar kir ku tecrîd, îşkence û muameleya xerab li girtîgehên Tirkiyeyê bi awayekî sîstematîk bûye û gelek binpêkirinên mafan dewam dikin û got, di hefteyên dawî de ji ber serlêdanên girtiyan û xizmên wan bi taybet li Girtîgeha Jinan a Şakranê binpêkirinên mafan zêde bûne. Ayfer Yildirim diyar kir ku ji bo girtiyên jin mafên wan ên herî bingehîn jî asteng kirine û got, “Di dema hevdîtina vekirî de destûr nedan ku girtî xizmên xwe hembêz bikin û ji aliyê rêveberiya Girtîgeha Girtî ya Jinan a Îzmîrê ve cezayên dîsîplînê li girtiyên ku xizmên xwe hembêz kirine, hatiye birîn û me ragihand ku di her hevdîtinê de ev rewş dubare bûye û ev wekî dirûşm hatiye qebûlkirin.Xebatên me yên ji bo rakirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan heta dawî li binpêkirinan bên wê bidomin û ji bo rakirina binpêkirinan dê têkoşîn bdome.”
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.